04 november 2023

Ma hûn zanim ez ku me?


Dostê minê qedirşînas, rojnamevanê hêja Salihê Kevirbirî di Facebookê û Înstagramê da li ser gelo ez ji kîjan bajarî me lêpirsînek çêkiriye, gotiye, Zinarê Xamo ji ku ye?
A Lice
B Bazîd
C Melazgir
D Wêranşar
Nas û dostên bersîv dane helbet gişan gotine Wêranşar.
Ev 43 sal in baş, xerab, bênabên tiştnan dinivîsînîm û di meydana siyasetê da me. 

Piştî hewqa sal gerek êdî hinekî werim naskirin, xwendevanên min bizanibin ez ku me ?

Heger kesên kurdîhez, yên di medyaya sosyal da nivîskarên bi kurmacî dinivîsin taqîb dikin hîn jî nizanin ez ku me, ev ne sûcê min e, kêmasiyeke wan a mezin e.

Bi vê surprîza Salih pir kêfxweş bûm. Mala camêr ava be, qedrê min girtiye.

Yên min nas nakin, nizanin ez ji kîjan bajarî me, bi xêra vê lêpirsînê ewê jî fêr bibin ez ji Wêranaşara xopan im.

Lê dibê ez ji we ra vê rastiyê jî bibêjim. Piştî 43 sal sirgûn û derbederî êdî ne Wêranşar min nas dike, ne jî ez wê nas dikim.

Piştî 30 sal sigûn û dûrî, dema ez vegerîyam, roja pêşî ez lê gerîyam, lê gerîyam, yek kesî jî ez nas nekirim, negot tu bi xêr hatiye Wêranşara xwe ya xopan.

Min wer fêm kir wê ez û serpêhatiyên min ji bîr kiriye, lê ez ne merivbekî bêwefa me, min ew ji bîr nekiriye, ezê wê tu carî jî ji bîr nekim.

Wêranşara îro dilê min hinekî jê maye, min bawer nedikir ewê hewqasî dejenre bibe, zû teslîm bibe.

Ji bo ku Wêranşara xopan ji koka xwe dûr nekeve, tim kelake  kurdayetiyê be ez pir xebitîm, ji bo wê mahkûm bûm, min umrê xwe li surgûnê derbas kir.

Lê wêranşara min xeyal dikir îro bûye bajarekî min xeyalşikestî û hêvîşikestî dike.

Li gel vê jî ew bajarê zaroktiya min e, gelek serpêhatî û bîranînên min û wê vi hev ra hene. Dilê min jê sar bûbe jî ew bajarê min e, ez nikanim jê hez nekim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE