05 november 2023

Serê çeteyekî din jî li Tirkiyê derket

Serê çete û serokê mafîayê Maximilian Rivkin(Cem Cansu) û hevalê wî Necmî Sakî jî li Tirkiyê derket; herdu li Stenbolê hatin girtin.

Ji havîna par da ye pûlisê Swêd, yê Amerîkayê û Înterpol li Maxîmîlîan Rîvkîn digerin. Wa ye ew jî li Tirkiyê derket. Jixwe dihat zanîn li Tirkiyê ye.

Çimkî Tirkiye bûye hêlîna çeteyên narkotîkayê, mafyayê, welatê qatil û mahkûman.

Ne serok û mezinên terorîstên îslamî tenê, kirîmînelên Ewrûpayê, Balkanan û Rojhilata Navîn jî giş li Tirkiyê bi cî û war bûne.

Dihat zanîn Maxîmîlîan Rîvkîn li Tirkiyê ye, lê Tirkiyê înkar dikir. Sebebê nuha Rîvkîn girtine pere ye. 

Salê çûnî havînî Wezareta karên derve ya Amerîkayê 5 milyon dolar da serê wî, got kî ciyê wî ji me ra bibêje, piştî girtinê emê 5 milyon dolar bidinê.

Wer xuya dike ji bo ku pera li hev par bikin, ji hukûmetê hin kesên berpirsiyar emirê girtina 
Maxîmîlîan û hevalê wî dan pûlis û ew girtin.

Yanî heta nuha Rîvkîn veşartin, jê têr xwarin, piştî 5 milyon dolar bû xelata serê wî, ew firotin.

Şef, hukûmet van îşan baş îdare dike. Li tirkiyê gelek mal û milkên wî hene, ew jî hemû ji şefê mezin ra man. Xwedê daye mêrik, berê çetan dixebitîne, dûra bi perakî baş difroş e û ev jî jê ra dimîne.

Bi hezaran çete, qatil û kirîmînelên wek Rîvkîn li Tirkiyê di bin sitara hukûmetê û îstîxbarata Tirkiyê da dijîn.

XXX

Rez berê ne tu rez bû, zîpikê lêxist xerabtir bû.

Tirkiye berê jî ne tu welat bû, hêzên îslamî pê da rîn, tew xerabtir kirin. Gul ne tu gul bû, baranê lêkir şil bû.

Tirkiye nuha bûye cahnimeyek rastîn, kî bikanibe xwe li mirinê diqelibîne, jê direve. Îsal 45 hezar kesî îltîcayî Almanyayê kiriye. Ev tenê Almanya ye.

Ji sedî 80î wan kurd in. Rev, koçberî tim bûye qeder û para me kurdan.

Sal bi sal xwezî bi par. Her ku diçe rewşa me xerabtir dibe. 100 salê bindestiyê, dagirkeriyê em ji hev da xistin, em helandin, em qedandin. Ya jî aniye ber qedandinê.

Xwedê taliya me çêbike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE