05 november 2023

Sipasiyeke ji dil ji Songul Yurdakul xanimê ra

Songul Yurdakul xanimê li ser min û nivîsên min bi qedirşînasiyeke mezin dilpakîya dilê xwe daye der. Rê ji dila diçe dila, bi qasî hezkirina wê ez jî ji wê, ji kurmancîya wê hez dikim.

Gava ez jinên wek Songul xanimê dibînim pir kêfxweş dibim.

Çimkî jinên bi nasnameya xwe serbilind in, ji zimanê xwe hez dikin û pê dinivîsin roj bi roj kêm dibin.

Songul xanim serê salan e di medyaya sosyal da bi kurmancî dinivîsîne. Kêfa min gelkî ji vê şêla wê ra tê û tim teqdîr dikim.

Di dilê min da ciyekî wê yê taybet heye. Ew jineke hêjayî teqdîrê ye. Kurdperwereke ji dil e, di fikir û baweriya xwe ya kurd û Kurdistanê da bêtawîz e. 

Gelek sipas ji bo van gotinên wê yên dostane, gelek silavên biratiyê.

Di malpera wê da bişkoka pervekirinê tune ye, lema min nikanîbû nivîsa wê parve bikim. Nivîsa wê li jêr e.

"Songul Yurdakul

Mamosteyê min ê Hêja Nivîskar Zinarê Xamo !

Bi rastî jî hûn wek navê xwe wek Zinar in! 

Dixwazim hine tişt ji we re bibêjim; Bi salane bi seknên xwe, bi helwestên xwe, bi nivîsên xwe û bi parvekirinên xwe hûn her tim wek xwe man mamoste we xwe ticar negûhert ji bo wî spasiya xwe ji dil dikim.

Bi parvekirinên we jî kêfxweş im. Zimanê we gelek gelek zelale wek çîrokane ji bo wî jî herê zêde bizan bin ji we re dikenim.

Bi nasîna we jixwe gelek kêfxweş im mamosteyê hêja, hûn her hebin û her tim bimere bin rîca dikim...

Rêz û hezkirin"

 

Songul Yurdakul:
Bo gotinên we yê xweş sipasiyek mezin dikim mamoste, gelek hestiyar bûm... 

Hûn jî dizanin ez jî ji we pir hez dikim. Zimanê we zimanê min e! Hestên we hêstin min e! 

Fikrên we fikrên min e! Wê ticar negûhere 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE