Ereb û îslamîyan felaketên anîne serê welatên xwe, hêdî hêdî tînin serê Swêd û gelek welatên Ewrûpayê jî.
Kurmê şîrî heta pîrî, li welatên xwe çi hov û malwêran bûn, li Ewrûpayê jî eynî
tişt in; piraniya wan tew xerabtir bûne.
Ji dêlî xwe biguherînin, entegreyî civatê bibin, li gorî qanûnên Swêd
tevbigerin, medenî bibin, para xwe ji demokrasiyê bigrin, bûne îslamîst, milîtanên Daîşê û
neyarên ewrûpiyan, cîhana xiristiyan û cihûyan.
Li welatên ereb û misilman cihû di nav çi tirs û xofê da bin, li Swêd jî nuha eynî tirsê dijîn, newêrin bibijên ew cihû ne.
Newêrin herin sînanogên xwe îbadeta xwe bikin, bi şev û roj bekçî li ber sînanogan nobetê digrin.
Ev terora mislmanan a li hemberî cihûyan bala gelek swêdiyan dikşîne, dibe sebebê reaksîyoneke mezin û metirsîdar, ew jî bersîvê didin kesên îslamî.
Minaqaşeyên di medyaya sosyal da dibin min pir ditirsînin.
Gelek swêdî êdî eşkere qala şerekî hundur dikin. Dibêjin
welatê me ji alî misilmanan va hatiye dagirkirin, gerek em welatê ji destên van
dagirkerên misilman rizgar bikin.
Eşkere dibêjin misilman, afrîqî li ser me diçêrin, lê bêyî zirarê tiştekî nadin
me, vana merivên bêfêde, bizar in, demokrasiya me, refeha me îstîsmar dikin,
dibê em welatê xwe ji van însanên bêkêr, bi zirar paqij bikin.
Hinek êdî bi eşkereyî qala şerekî nav xwe dikin, dibêjin gerek em xwe ji bo vê
yekê hazir bikin.
Di medyaya sosyal da minaqaşeyên wiha pir dibin. Kesên van tiştan dibêjin ne
hindik in, pir in û roj bi roj jî zêdetir dibin.
Piştî şerê Hamasê û Îsraîl antîsemîtên xwe eşkere nedikirin jî xwe eşkere
kirin, piştgiriyeke eşkere didin qetlîama Hamsê û vê yekê di medyayê da
diparêzin.
Her roj Îsraîl protesto dikin, Hamasê diparêzin û neyartiya cihuyan û
Amerîkayê, Xerbê dikin.
Ev antîsemîtîzim û neyartiya Rojava swêdiyan ditirsîne.
Çimkî nufûseke xerîban(misilman û afrîqî)a pir zêde hatiye
Swêd, gelek taxên bajaran bûne geto, pûlis newêre bi rehetî herin wir.
Li goro reqemên resmî ji sedî 20ê nufûsa Swêd yanî du milyon ne ewrûpî ye.
Meriv jimara kesên li vir çêbûne jî têxe ser, belkî ji sedî 40ê nufûsa Swêd
dibe xerîb, misilman.
Ji ber vê nufûsa zêde dizî, şêlan, rêbirî pir bûye, însan di malên xwe da tên
şêlandin.
Kes newêre saeteke buha têxe destê xwe, jin newêrin zêr, xişir bi xwe ve kin.
Kincên zarokan yên marqe ji wan dikin. Yanî zêdebûna çeteyan, gelek kesên
kirîmînel gelek problem çêkirine û ev yek civatê pir ditirsîne.
Çete her roj hevdu, ferdên malbatên hevdu dikujin, malan bi bombeyan bi hewa
dixînin, tev însanan dişewitînin.
Salê çûnî 63 kes bi gulebarankirinê hatin kuştin, îsal jî li wê dorê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar