06 november 2023

Kêfxweşiya ji ber bêhişiyê

Îro ez çûm ser optîker, min berçavka xanimê da çêkirin. Dûra li sentrûmê hinekî gerîyam, ji Întersportê min ji xwe ra cotek sol kirî.

Çentê min biçûk e sol neçûyê. Ji bo ku çente li dikanan ji bîr nekim, min çente avêt ji pişta xwe da.

Gava du, sê tişt, torbe, çente di dest min da bin, li dikanan, di otobozê da, di metroyê da ya çentê xwe, ya jî torbakî xwe ji bîr dikim. Min çend caran sol û kincên min nuh kirîbûn di otoboz û metroyê da ji bîr kirin.


Yanî dema çend torbe di destê min da bin îhtîmala ez gişan bi saxlemî negihînim malê heye, heta pir zêde ye. Hetanî nuha çar caran hatiye serê min.
Lema min çente avêt ji pişta xwe da.

Min ji mal ra jî hin tişt kirîn û xist torbê kaxetî û li otoboza xwe siwar bûm.

Otoboz li rawestgehê sekinî, ezê jê daketim. Min bala xwe dayê kîsik heye, çente tuneye. Ez di ciyê xwe da sar bûm, fena yek satilek ava sar bi ser serê min da ke.

Min got ez çi merivekî bêhiş û bêşans im, kî zane min çentê xwe li ku ji bîr kir?
Berçavka xanim çû. Û min çentê xwe jî nuh kiriye, pir jê hez dikim.

Ez bi xwe da xeyidîm, afur, kufur bûm, min got mecbûrî ezê vegerim, bi şopa xwe kevim, belkî ya li ba optîker, ya jî li dikanên min riya xwe bi wan xistibûn bibînim.

Berî ez li otobozeke din siwar bim û bi paş da vegerim, min xwest paltoyê xwe bişkok bikim. 

Ji nişka ve ez pê hesiyam çente li pişta min e. Ew tirs û hêrsa min çû, kêfeke bêtarîf li bedena min belav bû. 

Ez bi bêşiya xwe kenîyam. Fena ku bi rastî min çentê xwe wenda kiribe û dîsa dîtibe.

Bi hêhişiya xwe hêrs bûm, lê ji bo çente wenda nebûbû, li pişta min bû kêfa min hat.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE