07 november 2023

Tirkiyê ji Antony Blinken ra got ew heval û mitefikê HAMASê ye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî hevdîna xwe ya bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ra, xeyalşikestî, destvala, kortika hustuyê xwe xurand û çû.

Tirkiye heval û mitefikê Hamasê ye, ne yê Amerîkayê ye. Amerîkayê ev rastî hîn fêm nekiriye.

71 sal e Tirkiye di NATOyê da ye, lê Tirkiye tu carî nebû dost û hevalê Amerîkayê û NATOyê.


Amerîkî, ewrûpî belaseb hêviyekê ji tirkan dikin. Tirk tu carî nabin dost û hevalên Rojava û Amerîkayê.

Tirk û dewleta wan bi îdeolojîya xwe, siyasî, kulturî li dijî demokrasiyê û azadiyê ne. Hevalên wan Îranê, Rûsyayê, Çîn ne.
Hetanî kurd bindest bin, hetanî Kurdistan çênebe tirk tu carî nabin dost û mitefikên Amerîkayê û Rojava, wek meleyên Îranê ewê tim li dijî demokrasiyê neyarên Amerîkayê û li Ewrûpayê bin.

Dibê amerîkî, ewrûpî êdî vê yekê fêm bikin, Tirkiyê ji nava xwe biqewitînin.

XXX

Kurdên Hudaparê fêrî emirberiya tirk û ereban bûne. Ji Diyarbekrê û hin bajarên din bi hezaran kişiyane Edenê. Ji bo miletê xwe rojekê meşekê, protestoyekê nakin.

Wek şûrkêşên ereban Îsraîl û Amerîka protesto kirine, êrîşî Baregeha NATOyê kirine.

Halê miletê wan ji yê filistîniyan xerabtir e, tiştê Tirkiyê anîye serê kurdan ji yê filistîniyan ne kêmtir e, rojekê Tirkiyê protesto nakin.

Xulamtiya xelkê bi wan wek şîr û şekir e.

XXX

Hin kes bûne murîdê hin şexsan, hin îdeolojiyan.

Sadaqata murîdiyê hiş ji serê wan biriye, bûne mankurt, tu çi bibêjî tesîrê lê nake. Bûne zombîyê ber destên neyaran, wan berra qewmê wan didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE