08 november 2023

Em bi fort û halana tu havilê nakin

Ji qantirê ra gotine bavê te kî ye?

Gotiye xalê min hesp e.
Hin kes bi xwe ne tu meriv in, ne hêjayî navê xwe û meqamê xwe ne, bi bav û kalên xwe, xwe dipesinîn. 

Bi fortan meriv tu havilê nake, xelk li sifra hazir mêze dike. Bi halana meriv nikane vegerîne talana.
Ka we ji miletê xwe ra çi kiriye, çi bi dest xistiye?
Navî giran e, warî wêran e.

XXX

Sêla me kevir e, ji mineta xelkê çêtir e. Meriv di rûnê xwe da biqijile, motajî xelkê nebe baştir e, çêtir e.

Hin însan kanin çêyiya xwe ji meriv ra bikin minet û serhevde.

Pê li dêla kûçik meke bira ranehêje te. Xwe bi ber bayê cahilan nexîne, cahile, jê hevza xwe bike, ewê te bihetikîne, bibe qîr û tenî, tu jê pak nabe.

XXX

Hewcedariya hin însanan bi Xwedê, bi dînekî, bi şêxekî, bi serokekî heye. Bêyî hebûna wan ew ne tiştek in.

Lema dibin murîd, fanatîk û êsîrên dînekî, şêxekî, serokekî.

Baqilkirina kesên wiha pir zor e.çimkî newêre, naxwaze bifikire.

XXX

Yê me û Tirkiyê bazara ser û bin e, yê bin disekine, yê ser nasekine.

Em hevza xwe dikin, lê Tirkiye bela xwe ji me venake.

Dinya pêkanîn e, îro ew xurt in, zora wan li me tê, lema maneyekê dibînin û dest bi bombebaran Kurdistana Rojava dikin.

Nahêlin kurd bîna xwe bigrin.

XXX

Di medyaya sosyal da minaqaşeyên li ser şerê Îsraîl û Hamasê gurr bûye.
Hinkurdên îslamî, hizbulahên kurd bûne abûqat û şervanên filistîniyan, ji bo wan dikevin gewriya kurdan.  

Dibê meriv serê xwe nexe cuherê vala, minaqaşeyên bêfêd ne.
Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, em çi bikin jî em nikanin van kesên bûne hevalên dijmin bînin ser riya rast.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE