Çapa yekê ya kitêba min "Antolojiya çîrokên zarokan hebû tunebû” li ber qedandinê ye. Çapa duduya ewê bi gelek çîrokên nuh derkeve.
Tîraja çapa pêşî du hezar bû. Di du salan da du hezar heb hatine firotin. Li gorî kitêbên kurdî ne xerab be, baş hatiye firotin.
Weşanxaneya Darayê got çapa duduya ewê bigihînin Fûara Kitêban a Diyarbekrê.
Fûar di nabêna 14-19ê meha donzda da ye.
Di çapa pêşî da 189 çîrok hebûn. Min 23 çîrokên din jî lê zêde kirin.
Sê roj in di nav destê min da bûn, min careke din giş yek bi yek kontrol kirin. Min bîstek berê qedand, şand ji weşanxaneyê ra. Barekî giran ji ser milê min rabû. Min rehet kir, bîna min fire bû.
Gava du sê kar di destê min da dikevin ser hev, ez dikevim sitresê. Ez nikanim çend karan bi hev ra bikim.
Di vî warî da jin pir jêhatî ne, kanin sê çar karan bi hev ra bikin. Qet ne xema wan e.
Ez nikanim, dibê karekî biqedînim, dûra dest bi yekî din bikim. Ne were be dikevim sitresê, bêhuzûr dibim.
Ji pêr da ye ne rindikî dixwînim, ne xweşikî medyayê taqîb dikim, ne jî kanim konsatreyê nivîsînê bibim.
Çimkî bala min bêtir li ser xwendin û raskirina
çîrokan bû. Şikir îro jê xelas bûm.
Gava meriv karekî diqedîne çi xweş e yaho!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar