09 november 2023

Dibê em pogroma 9ê mijdarê tu carî ji bîr nekin !

Di ser destpêka jenopsîda cihûyan, Kristallnacht, bi navê wê yê din, di ser pogroma 9ê mijdara 1938a ra 85 sal derbas bûn, lê antîsemîtîzim, qetlîamên li hemberî cihûyan hîn jî berdewam in.
Cihû hîn jî newêrin wek xisristiyanan, wek misilmanan dînê xwe, nasnameya xwe eşkere bikin, sembolên xwe nîşan bidin.


Li her dera dinyayê, heta li Îsraîl jî jiyana cihûyan wek milet hîn jî di talûkê da ye.

Li tu dera dinyayê cihû ji tirsa nazîstan, terorîstên ereb û îslamî azad, bêtirs najîn.

Qetlîama di 7ê cotmehê da Hamasê li Îsraîl kir wek pogroma 9ê mijdara 1938a ye.

Wek hedef, wek fikir û îedeoljî tu ferqeke êrîşa Hamasê ya 7ê cotmehê ji pogroma nazîyan a 9ê mijdarê tune ye.


Nazîstên alman di 9ê mijdarê da li seranserê Almanyayê êrîş birin ser cihûyan, mal, dikan, sînanogên wan talan kirin, şewitandin. Gelek cihû kuştin.

Nuha jî ereb û hêzên îslamî li Swêd û li tevahiya Ewrûpayê kirinên nazîyan dubare dikin.

Bi êrîşên fizîkî û medyayî, bi antîsemîtîzmê jiyan li cihûyan kirine zindan, cihûyan bênabên terorîze dikin, antîsemîtîzim rakirine pêdarê.

Hukûmeta Swêd dibê rê li ber hêzên antîsmît bigire, nehêle antîsemîtîzim hewqasî eşkere belav bibe.
Antîsemîtim îdeolojîyeke irqçî, faşîst û li dijî însanîyetê ye.

Dibê hukûmeta Swêd, partî hemû bi xurtî antîsemîtîzmê mahkûm bikin, rê nedin terorîzekirina cihûyan, ya dos û hevalên wan.

 XXX

Leşker û pûlisên Tirkiyê ne bes bûn, Daîş, terorîstên îslamî jî li wan zêde bûn.

Tirkiye li hundur her roj hêzên xwe yên resmî dajo ser kurdan, li Kurdistana Rojava jî terorîstên Daîşê dide pêş.

Yên no li me bûn zo, Tirkiye ne bes bû terorîstên îslamî jî li wan zêde bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE