10 november 2023

Pirbûna xwendevanên kurmancî min gelkî dilşa dike

Di platforma Xê da 13797 camêrên, xanimên min taqîb dikin hene. Ji ber vê eleqê û şopîberiya min ez pir kêfxweş bûm.

Hêdî hêdî ez piştê li şopînerên zimanê tirkî dişkînim.
Dema xwendevanên kurdî zêde û yên tirkî kêm dibin kêfxweş dibim, bezê li ser dilê min dihele.

Şopînerên min ên FBê hindik in, 4400 kes in.

Zêdebûna xwendevan, şopîner û hezkiriyên kurdî min gelkî kêfxweş û dilşa dike.
Ma kî minê nake bi hezaran însan nivîsên wî bixwînin, wî taqîb nikin?

Hêvî dikim ezê şopînerên xwe xeyalşikestî nekim.

Xelkê qedir û qîmet da meriv, meriv layiqî taqîbkirinê, nivîsên meriv hêjayî xwendinê dît, dibê meriv jî qîmeta vê hevaltiyê bizanibe, dost û hevalên xwe xeyalşikestî û poşman neke.
Ez dildarê kurdî, Kurdistanê û kurdperperiyê me.

Ez ji zimanê xwe, ji qewmê xwe, ji welatê xwe hez dikim, dixwazim her kurd jî were be, fikrê wî/wê çi be jî kurdî bizanibe, binivîse, bipeyive.

Ev 43 sal in di qada siyasî da, di medyaya sosyal da bi qasî zanîna xwe ji bo kurd û Kurdistanê, li dijî asîmîlastonê dinivîsînim, micadelê didim.

Bi vê xebata xwe helbet min ji kurdan ra tiştekî mezin nekiriye, tu kela feth nekiriye, fêda min ne zêde be jî, min zirar jî nedaye miletê xwe, tim bûme neyarê dagirkerê welatê xwe. Ev jî têra min dike.

XXX

Dema min dît jimara şopînerên min ên platforma X gihîştiye 13797a kêfa min hat, min bi çend gotinan sipasî wan kir.
Kêfa gelek kesan ji vê sipasiya min ra hatiye. Mala wan ava be.
Seydayê Ehmedê xanî gotiye, ”vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye”.
Em jî gerek mîmarê zimanê xwe bin. 43 sal in ez emeletiya vî dîwarî dikim.

XXX

Di platforma Xê da kurdekî bi profîla ”Kurdger” gotiye
Zinarê zîv kenar û zar hinar
Xamoyê xamoşî wek çinar”

Min sipasî camêr kir, min got:
”Kurdgerê hêja, gelek sipas ji bo vê çarîna te ya giranbiha. Mala te ava be.
Hezkirina ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji miletê xwe ne fedekarî û mêraniyeke, tiştê herî normal e. 

Lê bindestiya salan, asîmîlasyonê ji me gelek kes kirine mankurt. Dibê em wan bikin kurdên miletperwer.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE