10 november 2023

Ji miletê xwe ra kor in, ji xelkê ra çarçav û xemxur in

Salim Çelîker ji Diyarbekrê rismê bandroleke piştgiriya Hamasê girtiye û di malpera xwe ya Facebookê da parve kiriye.

Slogan û bandroleke(pankarteke) pir ecêb e.

Bandrol ya KAVAR-DERê ye. Yanî ya hevalên Hudaparê ye.

Nivîsa bandrolê wiha ye:

”Qudus ne azad be, dinya êsîr e.”

Yên ev slogan nivîsîne kurd in, halê welatê wan, miletê wan ji ya filistîniyan û Qudsê xerabtir e.

Lê dîsa jî azadiya welatê xwe naxwazin, azadiya Qudsê dixwazin.

Însanên bindest, kole, êsîr çawa kanin ne azadî û serxwebûna xwe, ya hinekên din bixxwazin?

Wer xuya dike kurdên ev şîar nivîsîne, ev bandrol vegirtine ji bindestî û koletiya xwe memnûn in.

Rismê filamayê di malpera Salim Çelîker a Facebokê da heye. Ez tiştên bi tirkî belav nakim. 

Lema jî ez rismê bandrolê belav nakim. Kesê bixwaze bibîne kane di malpera Salim Çelîker da lê temaşe bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE