11 november 2023

Hêzên çep sadîzma terorîstên Hamasê diparêzin

Min nizanîbû merivên çep, komunîst bi qasî nazîyan, bi qasî  îslamîstên radîkal antîsemît in û li hemberî Îsraîl kanin bibin hevalên Hamasê, terorîstên îslamî û wahşet û sadîzma terorîstên Hamasê li Îsraîl kirin biparêzin.

Lê ez şaş bû me, min hereketên çep, komunîst baş nas nekiriye.
Êrîş û qetlîama Hamasê ya cihûyan a di 7ê cotmehê da nîşanî min da gelek çepên swêdî, tirk û ewrûpî bi qasî celadên Hamasê, bi qasî terorîstên îslamî sadîst in, bêûjdan, ji însanîyetê bêpar in.

Çimkî wan jî bi hêzên îslamî ra, bi heval û dilxwazên Hamasê ra qetlîama Hamasê pîroz kirin û bi xurtî diparêzin.

Şefredaktorê rojnameya Proletaren August Elîassonê komunîst gotiye:

“Guman tune êrîşa Hamasê ya 7ê cotmehê hovane bû, gelek sivîlên bêguneh hatin kuştin. Lê çepekî antî-kolonyal, antî-emperyalîst nikane di mehkûmkirin, moralîzekirin û di teorîyên wek şorbeya lehaneyê da asê bimîne.”

Yanî merivekî çep dibê qetlîam û sadîzma terorîstên Hamasê di 7ê cotmehê da li Îsraîl kirin hewqasî mezin û moralîze neke.

Di micadele û şerê antî-Îsraîl, antî-Amerîka da hêzên îslamî kanin her wahşetê, her sadîzmê bikin, heqê wan e, dibê hêzên çep viya nekin mesele, piştgiriya her wahşeta wan bikin.
Çimkî ew şerekî antî-kolonyal, antî-emperyalîst didin.

Çeladên Hamasê 1400  însan bi îşkenceyê, bi sadîstiyeke mezin kuştin, ne ku bi teqîneke mezin kuştin.

Rismên wahşet û sadîzma xwe girtin û belav kirin, ji viya kêf û zewq girtin. Bi vê wahşeta xwe şahî kirin, pîroz kirin.

Ev jî nîşan dide hêzên çep jî bi qasî terorîstên Hamasê sadîst in, ji hemû nirxên însanîyetê bêpar in. Heger ne wisa bûna hîn jî ev jenosîda Hamasê kiriye nediparastin, jê ra teoriyên heqiyê çênedikrin.
Ji Partiya Çep(VP)Bjorn Aliing gotiye, "Îsraîl wek dewlet dibê nemîne, ji navê rabe."
Mêrik eynî wek terorîstekî Hamasê neyarê Îsraîl e, dixwaze Îsraîl hilweşe, dewletên ereb bibin 23.
Bi qetlîama 7ê cotmehê ya Hamasê kir eşkere bû hêzên çep, komunîst ne li dijî her terorê, her qetlîamê ne; hin wahşetan, qetlîaman normal dibînin, diparêzin, tenê li dijî şîdeta Îsraîl û Amerîkayê ne. 
Lema qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê mahkûm nekirin, parastin, bi Hamasê ra pîroz kirin.

Lema bûne Hevalên terorîstên îslamî, hevalên îdeolojiyeke paşverû, îdeolojiyeke li dijî her babetê demokrasiyê, medenîyetê, wekheviyê.

Merivên çep, komunîst heger ne dîn bin dibê piştgiriyê nedin hêzên îslamî. Îdeolojîya îslamî dixwaze însanan wek serdema navîn îdare bike, seriya jêke, her bîne ser dînê heq. Welatên hêzên îslamî lê serdest in mafê jiyana merivên çep, komunîst tune ye.

Lê neyartiya Îsraîl çavên hêzên çep qarixî kiriye, ew kerr û kor kirine, lema jî ew kirine hevalên hêzên neyarên serê wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE