11 november 2023

Serokekî din ê mafyayê li Tirkiyê hat girtin

Şahê Kokaînê Dritan REXHEPIyê alban(arnaut) jî li Stenbolê hat girtin.

Ma ewê li ku were girtin? Helbet ewê li Stenbolê were girtin. Îro li dinyayê ji bo çeteyên mafyayê welatê herî ewle Tirkiye ye. Tirkiye bûye bazareke navnetewî ya çeteyên dinyayê.

Ji çarhawêlî dinyayê çeteyên mafyayê li Tirkiyê hêwirîne.

Gelekên wan bûne hemwelatiyên Tirkiyê. Çimkî sîstem a wan e, li gorî wan e, wan diparêze. Heger ne wisa bûya hewqas çete li Tirkiyê bi cî nedibûn.

Hinek jî bi navên sexte kirine hemwelatiyên xwe, ji bo ku bibêjin em xapandine, me nizanîbû ew çete ne, Înterpol li wan digere.


Tu çete, kes nikane pûlis û îstîxbarata Tirkiyê bixapîne. Tiştê tê gotin dezînformasîyon e, şopê ji ser xwe dadigerînin, meselê şolî dikin. 

Giregirên çete û serokên mafîyayê yê dinyayê giş li Tirkiyê şarge bûne.

Tirkiye bûye war, cî-meskenê çeteyên mafyayê û îslamîstan.

Ji Swêd herî kêm 100 çete li Tirkiyê dijîn. Swêd dixwaze, Tirkiye nade.
Serê salan e pûlisên Îtalyayê, Albanyayê û Înterpol bi Bultena Sor li Drîtan Rexhepi digeriyan.
Derket ortê wek gelek çeteyên din,ew jî li Stenbolê di vîlayeke luks da jiya ye.

Li gorî agahiya wezîrê karên hundur yê Tirkiyê ye Alî Yelîkaya, Dritan Rexhepi bi hevkariya pûlisên îtalî û alban(arnawut)hatiye girtin.

Yanî Îtalyayê û Abanyayê Tirkiye mecbûr kirine û bigrin.
Bi sala new bi kar anîn, pê ra tîcareta eroînê kirin, piştî nikanîbûn veşêrin, ew girtin. Nuha ewê dest bidin ser hemû mal û milkên wî.
Mêrikan bi deh qulan dixebitin, bi şivên ra dixun, bi xwedî ra digrîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE