19 januari 2024

Dil heye lê taqet û wext tune ye

Teknîka dîjîtal, medyaya sosyal dinya pir biçûk kiriye, di eynî wextê û saniyê da meriv gelek bûyeran dibihîze, gelek nivîs û parvekirên nas û dostan dibîne.

Meriv pê ra nagihîne gişan bixwîne, biecibîne, heger hewce be fikrê xwe bibêje.

Tiştê ez nexwînim nivîsa kê be jî ez naecibînim. Hin kes li gorî nav nivîsan diecibînin, ez nakim.

Ez pir dixwazim nivîsên nas û dostan gişan bixwînim, biecibînim, parve bikim.

Lê him pê ra nagihînim, him jî çavê min ê rastê dêşe, nikanim zêde bixwînim.

Yanî dil heye, daxwaz heye, lê taqet û wext tune ye, wext têrê nake, çav dêşe. Lema jî heger ez nivîsên hin nas û dostan naecibînim ji ber ber sebebên min li jor qal kir, pêra nagihînim.

XXX

Îran li hemberî êrîşa Pakîstanê melisî, wek pisika ji kûçik bibize, deng jê dernayê.

Pakîstan ne kurd in, heger Îran zirzopiyekê bike, Pakîstan ewê Îranê perîşan bike. Îran viya zane. Ewê bersîvê nede Pakîstanê.

Ji bo Pakîstanê rojê hezar leşker û sivîl werin kuştin ne xem e, însan pê li serê hev dikin.

 XXX

Çend roj berê Îranê bi droneran di nav axa Pakîstanê da li hêzên belûcî xist, got wan li terorîstan xistiye.

Pakistan ne kurd in, wan jî îro li Îranê xistiye. Pakîstanê jî gotiye, ”wan li terorîstan xistiye”.

Îran elimîye devê kurdên bêdewlet, çi sûcî dike jê ra dimîne.

Li Hewlêrê mala kurdekî bêsûc bombebaran kirin, çar kes kuştin, pitikeka 11 mehî bi bombeyên xwe yên jahrî kirin qirik û gotin me kiriye, me li Hêlîna MOSADê xistiye.

Yên me dibêjin ewê lêlolînê bikin. Bira hûnê lêkolîna çi bikin? Îranê em kuştine û dibêjie me kiriye. De îcar hûnê çi lêkolînê bikin?

 XXX

Papa êrîşa Îranê ser Paytexta Kurdistanê Hewlêrê şermezar kiriye, lê ji Teşkîlata Hevkarîya Îslamî, ji alimên îslamî deng dernakeve.

Serok û rêxistinên îslamî kes rejîma meleyên qatilên zarokeka 11 mehî rexne nake.

Çimkî qatil misilman in û yên hatine kuştin jî kurd in. Lema li hemberî vê terora Îranê dinya îslam bêdeng e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE