20 januari 2024

Tirkan çavên xwe berra hin derên din dane


Tirkan ji nuha da xerîteya Tirkiyê ya 2025´a çêkirine. Li gorî pilana wan heta sala 2025´a ewê tevayîya Kurdistana Rojava û Başûr, Mûsilê, nîvî Bûlgarîstanê, û piraniya Azerbêjanê bigrin. 

Li gorî pilana wan ewê sînorên xwe ji Mîsaqî Milî jî firehtir bikin, ewê Selanîkê jî bigrin.

Rojname li ser vê hedefa hukûmeta Erdogan dinivîsin, telewîzyon programan li ser çêdin. Pisporên leşkerî, siyasî li ser vê pilana hukûmetê minaqaşe dikin.

Yanî ne henek e, Erdogan û hukûmeta wî tiştekî wiha xeyal û pilan dikin. Ji bo wê jî xerîteya wê jî çêkirine.

Mêrik gewî bûye, nîvê Kurdistana Rojava û başûr dagir kiriye, ev çend sal in kes tiştekî pê nake. 

Lema jî tirk dixwazin dagirkirine hin derên din biceribînin. Bask bi wan ve hatiye, dikin bifirin, dibê basko bibin.
Wek Îttîhatçiyan dibê pozê van jî were firikandin. Ev miletê har heta sîleyeke baş nexwe rehet nasekine.

XXX

Mêrik dizîya nekiribe nemaye, sûcê nekiribe nemaye, qetla nedabe kirin nemeya, yanî daf nemeya neqetandiye, feq nemaye neçirpandiye, lê dîsa jî wek dîkê qoqo li meydanê qebeba wî ye.

Li Xezayê hevalê Hemasa terorîst e, di teşxela Îran û Pakîstanê da qesidê aşîtiyê ye.

XXX

Îsraîl îro li Şamê 4 generalên Îranê şandine dinya wî alî, cem Qasim Suleymanî.
Meleyên zebanî xurtên me ne, êrîşî kurdên bêdewlet dikin. De hûn pir mêr in êrîşî Îsraîl jî bikin.
Hûn fuzeyekê bavêjin ji Îsraîl da hûn baş zanin Îsraîl ewê koşk serayên we bi ser we da bihedimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE