20 januari 2024

Li Stockholmê 40 saliya şehadeta Necmettîn Buyukkaya hat yadkirin


Malbat, heval, dost û hezkiriyên Necmettîn Buyukkaya(1943-1984) îro li Stockholmê 40 saliya şehadeta wî bi civîneke girseyî bibîr anîn.

Bîranîneke tekûz û programeke dewlemend bû. Gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn civînê.

Pêşkêvana programê xwarziya Neco(Necmettîn)Yar Shakely bû. Yara hêja program bi kurmancî û swêdî pir xweş îdare dikir.

Bi axaftina Omar Sheikhmos programê dest pê kir.  Kekê Omar Sheikhmos li ser hevaltiya xwe û wî, li ser şexsîyet û canfîdayiya Neco qala hin bîranîn û serpêhatiyên xwe kir, gelek tiştên hêja got.

Piştî axaftina Omar Sheikhmos, Aron, Kadir û Nemrud Buyukkaya bi hev r açend kilam gotin.

Dûra li ser jiyan û xebata Neco fîlmekî dokumenter hat nîşandan.


Dûra Îhsan Espar çend şiîrên zazakî xwend. Şiîrên wî ji alî guhdaran ve gelkî hat ecibandin.
Piştî xwendina şiîr, panelek hat çêkirin.

Keya Îzol wel moderator panel îdare kir. Ji Kadir Buyukkaya, Omar Sheikhmos û Osman Aytar li ser Neco hin pirs kirin. Sohbeteke baş û bi fêde çê bû.

Piştî panelê li ser jiyan û xebata Neco vîdeyek kin hat naîşandan.

Berdevkê YNKê Sadî Pîra bi riya vîdeoyê qala alîkarî û defekariyê Neco bi wan ra kiriye kir û got em wan fedekarî û xebatên wî tu carî ji bîr nakin, Neco ji bo me heval û qehremekî nemir e.

Lawê Şêrko Bêkas, Halow Bekas li ser Neco şiîreke muhteşem xwend. Halow, bi vê şiîra xwe nîşan da wek bavê xwe Şêrko yê gurbuhuşt, ew jî şairekî mezin e.

Program bi muzîk û sitranên Mehmet Akbaş û hevalê wî Erdem Altinses qediya.

Programeke tekûz û gelkî xweş bû. Gelek sipas ji komîteya amadekar.

Şehîdê kurd û Kurdistanê Necmettîn Buyukkaya bi hurmet û bi hezkirineke mezin bibîr tînim.

XXX

Îro li Stockholmê bîranîna 40 saliya canfîda û şehîdê Kurdistanê Necmedîn Buyukkaya ye. Ez haziriya xwe ya rê dikim. 

Bîstek din ezê bi rê kevim. Hewa gelkî ne xweş e, sar e, berf e. Ji bo ku di riyan da neqefilim, dibê ez bedena xwe germ bigirim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE