Dermanê ehmeqiyê tune ye. Xwezî dermanekî vê malmîratê hebûya. Ji
bo ku dermanê wê tune ye, tedawiya wê jî nabe.
Û ji bo ku tedawî nabe,
ehmeq roj bo roj zêde dibin.
Ehmeq zirarê nadin xwe tenê,
didin merivên xwe, nas û dostên xwe, miletê xwe jî.
Ehmeqên her miletî hene. Lê ez dibêjim belkî ehmeqên tirk, ereb û farisan ji yên miletên din zêdetir in.
Gişk jî li ser hukim in, desthilatdar in. Herban derdixin, welatan xan û xerabe dikin.
Van ehmeqan, bi navê dîn û
îdeolojîyê miletê xwe jî û em kurd jî perîşan kirine. Wek gurên har dikin me
bixwin.
Helbet ehmeqên me jî ne
hindik in, ez wê jî înkar nakim.
XXX
Meleyên Îran ji êrîşa Îsraîl
a do ser Şamê û kuştina çend serbazên faris gazinan dike, gotine di wexteke
misaid da ewê heyfa hilînin.
Yê diziya hingiv bike ewê
moz pê vede. Hal û karê meleyên Îranê fêsadî û nerindiye. Her kes ne kur din,
xelk ji meriv ra nahêle.
Lê heger mele bixwazin heyfa
bavê bigirin ewê mêrikê dê jî bidin ser.
XXX
Siyasetmedar û serokên me
rast nabin.
Dost, heval û dilxwazên
miletê me ji wan ra çi dibêjin, çi şîretê li wan dikin jî pere nake, ji
hev nagerin.
Çira ji koran ra, def ji
kerran ra bêfêde ye.
Dema tu viya dibêjî, tu wan
rexne dikî diqeherin, dibêjin tu dijminatiya me dikî.
Deng dikim direqisim, deng nakim difetisim. Tu tû kî jor simêl e, tû kî jêr rî
ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar