21 januari 2024

Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê îro mazûbantiya Kadir Buyukkaya kir


Kadîr Buyukkaya îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ya li ser Necmettîn Buyukkaya(Bi şahidan Neco)da naskirin û ji kesên beşdar ra îmze kir.

Ji ber ku xwediyê Weşanxaneya APECê Alî Çîftçî nexweş bû, Mahmûd Lewendî li ser navê weşanxaneya APECê bi kinî qala naveroka kitêbê kir û çend pirs ji nivîskarê kitêbê Kadir Buyukkaya kir.

Lewendî di axaftina xwe da got, ji bo ku ev kar do bi şev ji nişka ve ket hustuyê wî, ew mebûr ma bi şev ranekeve, seet hetanî nehê sibê(09.00)kitêbê bi temamî bixwîne. Kitêb 399 rûpel e. Me jê ra li çepika xist.
Ez bawer dikim ev reqoreke mezin e.
Di kitêbê da 65 dost û hevalên Neco qala nasî û serpêhatiyên xwe yên bi Neco ra dikin. Bi vî hawî meriv NECO bi çavên gelek kesan nas dike.

Li ser Neco bi çapkirina berhevokeka wiha Kadir karekî baş kiriye.Qenekê ew bîranîn bi xwediyên wan ra neçûn gorrê, bi saya vê kitêbê bû belgeyek tarîxî, nemir û ket kitêbxaneya miletê kurd.

Li gel ku li Stockholmê berf, sar û serma bû jî gelek kes hatibûn civînê.


Wek her car, îro jî min çend nas û dostên xwe dîtin. Husên duzen ji Almanyayê hatibû, bi xêra vê civînê min ew jî dît, bîstekê sohbet kir û bi hev ra rismekî yadîgariyê girt.

Ji ber ku karekî min hebû, ez zû rabûm, nikanîbûm hetanî dawiya civînê bimînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE