22 januari 2024

Meriv ji canê xwe ne aciz be îro ji malika xwe dernakeve

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e. eriv ji canê xwe ne aciz be îro ji malika xwe dernakeve. Lê ez ji mecbûrî derketim...

Barana devşil Stockholm kiriye avzêm, berfa delal dihele, li her derê xuşîna avêye diherike. 

Serma li dora sifirê ye, erd cemidî ye, meriv nikane gava xwe bavêje. Ji bo meriv nekeve dibê meriv akrobat be. Ez dibêjim îro gelek kesên bikevin, seqet bibin.

Ez vê sibê ji mecbûrî ketim riyan. Çûm nexweşxanê ser tuxtor, wexta min hebû. Ne mesela tuxtor bûya di vê hewa ne xweş da min nigê xwe nediavêt hewşê jî.

Xanima tuxtor ez baş miayene kirim, got rewşa te baş bûye, tiştekî meriv jê bitirse tune ye.
Min got mala te ava be, jixwe ez jî li bernde xebereke wiha bûm.
Du pakêt hebên nuh da min, got gerek tu heta 19ê adarê van heban bixwî.

Min hêdî hêdî, destopelkê, sax silamet xwe gîhand hêlîna xwe ya germ.

XXX

Çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike, dexesî, dilreşî merivên xerab li ber dilê însên şîrîn û delal û qedirbilind dike.

Hin dost hene derewîn in, bi dev dost in, bi dil dilreş in. Şîn û şahî pîvana naskirina dost û hevalan e. Meriv dilxwaz û dilnexwazê xwe nas dike.

Dibê meriv ji xwe zêdetir qedir nede kesî, meriv dûra poşman dibe.

XXX

Berî nuha bi çend rojan li Duhokê, li Hewlêrê, do jî li Zaxoyê êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê hat protestokirin. Bi dehhezran kurd daketin kolanan, êrîşa Îranê mahkûm kirin. Pêşketine baş e.

Lê ji Silêmaniyê deng dernayê. Ev bêdengiya Silêmaniyê pir şaş e, xerab e.

Îranê îro li Hewlêrê, li mala kurdekî xist, çend kurd kuştin, sibe ewê li Silêmaniyê xîne.

Rî dibe bihost, dijmin nabe dot.

Hevalên YNKê dibê vê rastiyê bibînin. Îran dagirker e, hêzên dagirker nabin dost û hevalên meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE