23 januari 2024

Serpêhatiya xortê japon û Albert Einstein

Albert Einstein, di cotmeha 1922´a da ji bo konferansekê li Japonyayê bû. Ew û xanima xwe li otêla Împerîal diman.

Gava xortê karkirê otêlê mesaja Xelata Nobelê dayê, Einstein xwestiye bexşîşê bide xort. Lê xort beşxşîş qebûl nekiriye.

Çimkî li Japonyayê kultura bexşî tune ye. Japon bexşîşê wek sedeqeyê, wek heqaretê fêm dikin. Ji bo wê jî li Japonyayê meriv bexşîşê nade, dema bide jî nayê qebûlkirin.

Xortê karkir ji Albert Einstein ra dibêje ev karê min e, ez ji bo vî karî meaşê xwe digrim. Ne hewce ye tu bexşîşê bidî min.

Einstein ev adeta japonan nizanîbûye. Ji xort ra gotiye:
-Madem tu bexşîşê qebûl  nakî, wê demê destûrê bide ez xatirayekê bidim te.

Û rahîştiye qelem û deftera otêlê jê ra ev du not nivîsîne û îmze kirine. Not ev in:

”Jiyaneka mitewazî û sakîn, ji serketineke bêşiûr a li pey jiyaneke bêhuzûr bêtir meriv bextewar dike.
Li ku derê îradeyek hebe, li wê derê riyek jî heye.”

 Xortê japon ev xatireya  Albert Einstein   hetanî dawiya jiyana xwe veşartiye.
Neviyê wî karkirê japon di sala 2017´a da di muzayedeyekê da ev herdu notên  Albert Einstein bi milyonek û 600 hezar dolarî firotiye. Yanî wek jê ra bilêta pîyangotê lêxîne. Bi xêrê du sê rêzik nivîs mêrik bûye milyoner.

Çaxa ji meriv ra li hev were çend rêzên li ser kaxetekê jî meriv dike milyoner.

Du sê gotinên lawê xelkê milyonan dike, bi hezaran rûpelên me nivîsîne qurişekî jî nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE