24 januari 2024

Lîstik hîn neqediya ye

Li ser emrê Erdogan, parlamentoya Tirkiyê do êvarî endamtiya Swêdê ya NATO´yê qebûl kir.

Lê lîstik û firildaq hîn neqediya ye, Erdogan dixwaze swêdiyan hinekî din jî bidoşe.
Çimkî serokên swêdî tam merivên doşanê ne. Kes nizane ewê hîn çi bîne serê swêdiyan. 

Lê wan jî heq kiriye. Ji bo ku kurdan bifetisînin bûne destik û paşmêrên Tirkiyê, wek Tirkiyê wan jî daye ser pişta kurdan.

Serokên Swêd bi biryara meclêsê kêfxweş xuya dikin, lê hîn tam negihîştine mirazê xwe. Hokus-pokusên Erdogan pir in.

Çimkî Erdogan hîn mohra xwe li binî nexistiye. Birr û bazar hîn berdewam e, mêrik bi derbekê da nabêje erê. Hêdî hêdî, piço piço dike.

Erdogan yekî zalim e, ev du sal in feqîrok û xeşîmên swêdî kevzikî kirin. Feqîra bi payinê bûn mûm û heliyan.

XXX

-Gundê hirçê bike muxtar, hirmiyê ancax di xewna xwe da dibîne.

Kê gotibe xweş gotiye, rast gotiye.

Belkî jî ji bo wê ye em dikin nakin azadiyê tahm nakin, tenê xeyal dikin, di xewna xwe da dibînin.

 XXX

Segê mezin, gurê har li Anqerê dîsa bi kurdan da ewtiya ye, dîsa kûçiktiya xwe îspat kiriye.

Ev seg, segekî pir har e, pir diewt e, girêz û jahrî ji devê wî diherike, pir êrîşî kurdan dike.

Kûçik e, dibê biewt e. em nikanin tîniyeta wî biguherînin. Lê dibê kurd vî kûçikî ji welatê xwe dûr xînin. Kpçikên wiha har di bê li welatê me nemînin.

XXX

Do li Silêmanîyê, Helebceyê, Ranyayê û qeza Soran xelkê êriş û qetlên Îranê yên li Hewlêrê protesto kiriye.

Bi derengî be jî baş e, pir kêfxweş bûm. Dibê tu partî, tu siyasetmedarekî kurd nebe dost û hevalê dewletên dagirker.

Hîlebaziya dijmin ya herî mezin rûkenî û dostiya wî ye. Rî dibe bihost, dijmin nabe dost…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE