24 januari 2024

40 saliya şehadeta egîdê tûyî ruyê celad kir


Îro 40 saliya şehadeta xweşmêrê miletê kurd Necmettîn Buyukkaya ye.
Kurdperwer û welatparêzê nemir, xweşmêr û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya, di 24-01-1984´a da, di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hate kuştin.

Neco(Necmetîn Buyukkaya)lîderekî kurd yê bijare û xebatkarekî herçar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew milîtanekî miletê kurd yê ziravpiling bû.Wî jiyana xwe weqfê rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê xwe kiribû. Ew siyasetmedar,  şoreşger û canfîdayekî profesyonel bû.

Ji ber van xusûsiyetên xwe yên bêemsal ew bûbû kelemê di çavê dijmin da.
Loma jî qatilên dewleta tirk di zindana Diyarbekrê da ew û bi dehan ewladên kurd yên din, bi rengekî namerdane, bi hovîtiyeke mezin qetil kirin.

Ez, vî welatparêz û kurdperwerê hêja û xweşmêrê kurd û Kurdistanê di 40 saliya şehîdbûna wî da bi hurmeteke mezin bibîr tînim….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE