25 januari 2024

Îraq bûye xana zemo mêrik hîn qala serweriya Îraqê dike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanîya Îraqê Qasim Erecî li dijî êrîşa Amerîka ser Hizbulahê û Heşdî Şebî derketiye, gotiye ev êrîşên amerîkayê, “binpêkirina serweriya Îraqê ye.”
Îraq bûye xana zemo, terorîst, Tirkiye, Îran lê çirvîta wan e, efendî hîn ji me ra qala serweriya Îraqê dike...

Dema Hizbulah û Heşdî Şebî bi droneran Hewlêrê, baregehên Amerîkayê bombebaran dikin, Qasim Erecî li dij van çeteyên terorîst dernakeve, ji wan ra tiştekî nabêje. 

Heta di bin ra van terorîstan wek segên har berra kurdan û Amerîkayê didin.

Lê dema Amerîka bersîvê dide wan, dibe ”binpêkirina serweriya Îraqê”.

Kurro serwerîya Îraqê ma ye? 30-40 qereqolên Tirkiyê li Kurdistanê û Îraqê ne, bi hezaran pasdarên Îranê li Îraqê ne.

Hûn pir mêr in van dagirkeran ji welatê xwe derxin, Amerîka li ser daxwaza we li wir e û mecbûr e xwe ji terorîstan biparêze.

XXX

-Hin însanên wer hene, ne derewên dikin diqedin, ne jî derewên dikin ûjdanê wan nerehet dike.

///La Edrî

Îslamîstên tirk û serokên Hudaparê ji van kesan in. Dikevin her qalibî, gava li kara wan be her derewê dikin. Dibê meriv matmayî nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE