25 januari 2024

Hetanî 28´ê mehê bi xatirê we

Bîsteke din ez rêwiyê Parîsê me. Ezê 28´ê mehê bi şev vegerim. Heta wê çaxê ez tiştekî nanivîsînim. Di van sê rojan da hûnê ji dîtin û xwendina nivîsên min xelas bibin.

Piştî vegerê ezê qala rêwîtiya xwe bikim. Ez wer bawer dikim.
Berî ez bi rêkevim, min çend aforîzim hazir kirin. Hêvî dikim bi dilê we be.
Heger ne bi dilê we be nexwînin.

-Însan jî wek fotografan e, tu çiqasî mezin bikî qelîteya wî hewqasî dikve.

-Carnan jiyan te ji ciyê tu lê yî digre dibe li ciyekî din datîne û ji te ra dibêjie:
-Ji vir dom bikke.

-Jiyan sê beş in: Beşê tu bawer dikî tu yê dinyayê biguherînî, tu fêm dikî naguhere û dûra tu baş bawer dikî dinyayê tu guherand.

J. P. Sartre

-Mesela esasî, ne ku meriv bibe xwediyê tiştekî, ya muhîm tiştê meriv xwedîye dibê meriv layiqê wî tiştî be.

-Xwe mewestîne, bihêle yên dixwazin hevaltiya jiyana te bikin bira bi te ra werin.
Charles Bukowskî

-Ji bîr meke, yê ji bo te dev ji yekî din berdaye, rojekê ji bona yekî din ewê dev ji te jî berde.
Mewlane

-Bêdengî hertim ne delîlê zanetiyê, aqilmendiyê ye; feqet gewezetî hertim delîlê ehmeqiyê ye.
Benjamîn Franklîn

-Jiyan wek çîrokekê ye, ne muhîm e çiqasî dirêj e, ya muhîm tu çiqasî xweş jiya ye.

-Ji bo ku ji kesekî ra bibêjim baş e, ya jî xerab e ecele nakim. Çimkî însanan her tim kanibûne min matmayî bihêlin.

T. Elîot

-Mirina ji pê, ji jiyana li ser çongan bişereftir e.

-Însan carnan xeyalên xwe yên mezin bi merivên biçûk ra heder dike.

- Ji bo ku tu qusûrên wan nadî ruyên wan, hin kes xwe bêqusûr dihesibînin.

-Kûçikan qet ranehîştin min, lê ezê nikanibim eynî tiştî ji bo însanan bibêjim.

-Şefqet zimanekî wiha ye, kerr jî kane bibihîze, kor jî kane bixwîne.

-Kûçik tasika kê bialêse wî diparêze, li defa wî dixîne, gur birçî dimîne lê kûçiktiyê nake.

-Jiyan dişibe ava di qedeheke derizî da.
Tu vexwî jî ewê biqede, tu venexwî jî ewê biqede.
Lema jî tahma jiyanê derxîne.
Çimkî tu jiyanê baş bijî jî ewê biqede, tu baş nejî jî ewê biqede.

 -Hin însanên wer hene, ne derewên dikin diqedin, ne jî derewên dikin ûjdanê wan nerehet dike.

///La Edrî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE