28 januari 2024

Sefera me ya Parîsê pir xweş û rengîn derbas bû


Rêwîtiya me ya Parîsê xweş dest pê kir, lê bi macare û nexweşî qediya.

Dema em ji Stockholmê bi rêketin hevalên min Keya Îzol û Mahmûd Lewendî hinekî nexweş bûn, ez sip û saxlem bûm. Lê roja siya, nexweşiya wan di min jî gerîya, ez jî bi kuxtekuxt vegerîyam Stockholmê.

Xanim dibêje ji min dûr keve, tu yê min jî nexweş bixînî.
Di 25ê mehê da ez, Keya Îzol û Mahmûd Lewendî, me bi kêf û eşqeq mezin berê xwe da Parîsa xopan.

Li Arlanadayê(balafirxaneya Stockholmê)em rastî Mahmûd Baran û xanima wî hatin. Ew jî bi eynî balafirê diçûn parîsê.

Bi Mahmûd Baran ra em hevalên salêm 1980î ne, tarîxeke me bi hev ra heye. Em herdu serî jî kêfxwşe bûn, me rismek bi hev ra girt.

Me got çi dibe çi nabe, bira rismekî bi hev ra hebe.

Li Parîsê, li Orlî Termînalê em û Mahmûd Baran ji hev qetiyan, ew bi riya xwe da çûn, me jî berê xwe da xaniyê me kirê kiribû.
Mahmûd û Keya xaniyek kirê kiribûn. Me texsîyek xwe girt û em ketin riya mala xwe.

Li Parîsê rêwîtiya texsîyê wek Stockholmê ne buhaye. Şofêr yekî reşik bû, mêrik bi zor edresa me dît, em danîn ber deriyê Centrûmekê. Lê derengê şevê bû, her der girtîbû.


Xwediyê xênî 3 kod dabûn Keya. Me deriyê pêşî(deriyekî hesinî pir mezin bû) bi zor vekir.
Em ketin hundur. Çarşiyeke dirêj û sergitî bû. Rastû çep giş dikan bûn. 



Me numra xwe dît û ketin hundur korîdoreke pir biçûk. Me deriyê xaniyê xwe vekir. 

Odeyek li dora 10 mîtro çargoşe bû. Dîwaneke danîbûn wir. Me dîwan vekir, bû ciyê du kesan.

Odeya din jî zêrzemî bû, ji nêrdiwaneke pir teng 10-15 mîtroyî em dakitin binê erdê. 

Li wir jî qaryoleyek danîbûn, tuwalet û serşokek biçûk hebû. Dişibiya tunêlek Xezayê. Pace, teqa, qulik tunebû. Çimkî binê erdê bû.


Ez şok çûm, lê min îtîraz nekir. Şev nîvî şevê ma minê çi îtîraz bikira, emê ku da biçûna?


Li ser dikane yekî fasî me hinek penêr û nan kirî, kir ber dilê xwe û me hewil da em rakevin.



Keya û Lewendî daketin zêrzemiyê, herdu ketin himêza hev.
Ez mam li jor. Lê xewa min nedihat, ne mekanekî xewa meriv lê bihata.


Destê sibê seet 04.00 min hew dît Keya hat, jor, helke helka wî ye, dibêje es fetisîm, li jêr hewa tuneye.


Min got were ez û tu bi hev ra rakevin. Me herduyan xwe li ser dîwana 60-70 sal kevn dirêj kir. Lê xew bi çavê me nebû.


Keya telefonî Amerîkayê, şîrketa xanî bi kêrê dabû me kir. Amerîka ew hewaleyî Hidistanê kir, Hinsdistanê ew hewaleyî Bengladaşê kir. Begladaşê ew şand Sirîlankayê, lê Keya dev ji wan berneda.

Ji wan ra got em hersê jî di ser heftêyî ra ne, em dikin ji bêhewatiyê bifetisin. 

Em nikanin li vir bimînin.
Axir Keya bi zor peyman betal kir, qismekî perê me ji wan stend, qismek jî şewitî û em revî, revî çûn otêleke pir xweşik, otêla exe Panaroma.


Dema ez ketim oda otêlê, fena ez ji tunêla Xezayê derkevim, herim li otêleke 5 stêrk bicî bibim.


Herdu hevaalên min berê jî bi bapêşê ketibûn, dikuxiyan û fişke fişka wa bû. Roja din, di 26ê mehê da nexweşî li wan girantir bû.


Piştî me çentên xwe birin li otêlê bi cî kirin, em çûn nexweşxanê serdana Seydo(Seyfetîn Aslandag)
Di vê nivîsê da ez qala wê ziyareta me nakim, sibe ezê qalê bikim.  
Danasînê kitêbê di 27ê mehê da li Enstîtuya Kurdî hat kirin. Li dora 60 kesî hatibûn civînê. 

Di nava wan da gelek kesên  nas, yên wek Joyce Blau, Hamît Bozaslan, Selîm Temo Kamuran Ji Kîkan, Sêwê Îzolî, Yakup Karademîr û gelek nas, dost û heval beşdar bûn.


Berî Keya Îzol li ser naveroka bîranînên xwe bipeyive û bersîva pirsên Mahmûd Lewendî bide, serekê Enstîtuya Kurdî Kendal Nezan li ser kar û xebatên Keya Îzol yên li dîasporayê axaftina pir xweş kir. 

Di axaftina xwe da li ser kar û barên Keya Îzol  yên van 50 salên li dîasporayê kir.


Dûra Keya Îzol bi kurtî qala çîrok û zahmetiyên nivîsîna bîranînên xwe kir.


Piştî axaftina Keya, Mahmûd Lewendî li ser naveroka kitêbê pê ra sohbeteke mikemel kir.


Dûra xwendevanan hin pirs ji Keya Îzol kirin û wî jî bi rengî mitewazî bersîvên guhdaran da.


Di dawiya danasînê da Enstîtuya Kurdî kokteylek hazir kiribû. Di kokteylê da kesên beşdar ketin nav sohbeteke germ û xweş.


Piştî kokteylê Kendal Nezan em çend heval, Keya Îzol, Mahmûd Lewendî, Sultan Aslandag, Selîm Temo, Kamûran ji Kîkan û ez vexend şîvê. Li wir jî me sohbeteke xweş û bi kêf û zewq kir.


Bi kurtî ez kanim bibêjim rêwîtiya me, gerra me li gel bapêşeke pîs û hin serpêhatiyên ne xweş, pir xweş bû, em hersê û xanima Keya ji sefera xwe pir memnûn vegeriyan.


Roja 27ê mehê serê sibê, min telefonê Sultan Aslandag xanimê kir, min got civîn seet di 16.00a da dest pê dike, were em bi hev r aherin ser gora Dr. Qasemlo, Şerefkendî, Ahmet Karlî, Yilmaz Guney û ahmet Kaya. 


Mala Sultanê ava be, bi ereba xwe hat, em çûn wê Goristana Parîsê ya meşûr, me gora Yilmaz Guney û Ahmet Kaya dît, lê me gora Dr. Qasemlo, Şerefkendî û Ahmet Karlî nedît. 

Em du seetan lê gerîyan, me nedît.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE