29 januari 2024

Agahdarî û lêborîn

Ji ber ku min serma girtiye, bi bapêşeke pir pîs ketime, do min nikanîbû hestên xwe yên li ser serdana Seydo Aslandag binivîsanda, min got ezê îro binibîsînim.

Îro ez hîn baş nebûme. Ji çavên min û ji pozê min av diherike; herdu jî bûne çem û kanî.
Min dest pê kir, hinek nivîsî, lê nebû. 

Ez ji we xwendevanan û ji Seydo lêborîna xwe dixwazim. Min efû bikin, nivîs ma sibe.

Ev çend rêz jî min bi zor nivîsî.
Me; min, xanima Seydo Sultanê, Mahmûd Lewendî, Keya Îzol bi Seydo ra gelek risim jî girtine, înşela sibe ezê kanibim nivîsê biqedînim û risman jî belav bikim.
Ev nexweşî ji bêşansiya min e, min xwest ez bibim diz hîv li min hilat.
Min zor daye xwarina zencefîlê, sîra, leymûnê û Alvedonê. Hêvî dikim heta sibe ewê zora vê bapêşa pîs bibin.

3 kommentarer:

  1. Selametî ya xêrê be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas. Mala te ava be. Qey heta çend rojan ewê bela xwe ji min veke.

      Radera
  2. Serborî be. Silav û rêz ji bajarê sar.

    SvaraRadera

PARVE BIKE