17 januari 2024

Di bêbextî û zalimiyê da kes di ser îslamîstan ra tune ye

Medyaya tirkên kemalîst, faşîst, dîndar, îslamîst bi êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê û kuştina 4 sivîlan, yek jê pitikeka 11 mehî ye pir kêfxweş û dilşa bûne. 

Ew jî wek qatilên Komara Îslamî dibêjin ”li Hewlêrê qerergeheke MOSADê hat bombebaran kirin.”

Mala Peşrew Dizayîyê têcir bi bêbextî dikin ”qerergeha MOSADê”, Jîna 11 mehî, dayik û bavê wê û mîvanekî wan ê ji Bexdayê jî dibin ajanên MOSADê.

Di nav çepên tirk da dîsa hin kesên xwedî ûjdan, dostên kurdan, ne neyarên kurdan hene, di nav dîndar, îslamîstên tirk belkî yek merivekî ne neyarê kurdan be, ne telaqreş be tune ye.
Di bêxbetî û zalimiyê da kes di ser îslamîstan ra tune ye, dilê wan bi kuştina gedeyeka 11 mehî jî naşewite. Loma jî li Hewlêrê ev wahşet kirin, Jîna 11 mehî û dê û bavê wê bi fuzeyan perçeperçeyî kirin.

Îslamîstên tirk giş bi kuştina kurdan dilşa dibin, kêf û zewqeke mezin ji kuştina pitikeka 11 mehî digrin.

Lema medya îslamîst û kemalîstên tirk bi kuştina Jîna 11 mehî ji kêfa difirin, bêbextiyên mezin li Peşrew Dizayî dikin.

Dilê wan li hemberî kurdan serapê tije kîn û nefret, tije jahr û gû ye. Dilreş in, bêbext in, sadîst in. Lema bi qetilkirina keçeke 11 mehî jî xemgîn nabin.

Êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê ev ruyê tirkên îslamîst û kemalîst careke din baş nîşan da.

Kurdên cahil, nezan, saf van zaliman, van neyarên qewmê kurd nas bikin baş e.

XXX

Îraqê vê carê li hember êrîşa Îranê ya li Hewlêrê ser maleke sivîl reaksîyoneke baş nîşan daye.

Ji sala 2003´a vir da ye cara pêşî ye Îraq Îranê bi vê tundiyê protesto dike. Ev îşareteke baş e. Lê dibê Îran bêceza nemîne.

XXX

Îranê îşev ne bi fisgenikî, vê carê eşkere bi gelek fuze û droneran êrîşeke mezin bir ser Hewlêrê.

Kuştî û birîndar hene. di rojên pêş da êrîşîn wiha ewê zêde bibin. Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojav ayên van rojên dawî û ev êrîşa Îranê ya eşkere nîşan dide dijminên me biryar dane şerê li hemberî me gurtir bikin.

Dibê serokên me meselê sist negirin, her tidbîrê bigirin. Hela em binêrin bersîva Amerîkayê ewê çi be?

XXX

Bi ewtina seyan ji riya xwe namîne karwan. Seyên bi me da di ewtin, wek gurên har êrîşî me dikin pir in. Lê ew çiqasî bi ewtin jî, çiqasî rahêjin me jî emê ji riya xwe nemînin. Ev karwan carê ketiye rê, zû, dereng ewê bigihîje menzîlê.

XXX

HUDAPAR û îslamîstên me ji bo filistîniyan tavilê daketin kolanan, Îsraîl protesto kirin.

Îranê do bi şev li Hewlêrê mala kurdekî bomberan kir, 4 kesên mezlûm hatin kuştin, 16 kes jî birîndar in. Di nav kuştiyan da keçeka biçûk, Jîna 11 mehî jî heye.

Hudaparê, îslamîstên me hetanî nuha li tu derê daneketine kolanan û Îran protesto nekirine.

Ma Jîna 11 mehî ne însan e, xwîna wê qey av e ?

Çima Jîna kurd jî bi qasî keçikeka filistînî li ba we ne qîmet e?

Çima hûn ji bo kuştina filistîniyan Îraîl, Amerîkayê protesto dikin, lê ji bo Jîna kurd a 11 mehî Îranê protesto nakin?

Çima hûn şerm nakin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE