16 januari 2024

Kûçikê kalê swêdî çûbû asîmanan

Kalekî ji taxa me heye. Kalekî şîrîn e, wek şekir e. Yekî pir mulahîm e.  
Boncîyekî wî (kûçikekî wî yê biçûk) hebû. Ew jî wek xwediyê xwe mulahîm û bêdeng bû.

Kalo kûçikê xwe her roj çend caran derdixist derve, li dora mala xwe digerand.
Dema em rastî hev dihatin, me silav dida hev, me li halê wî û kûçikê wî dipirsî. 

Carnan jî me destê xwe di serê kûçikê wî dida, me digot kûçikekî pir xweşik û nazik e.

Kêfa wî ji wan gotinên min û xanimê ra dihat, bi rûkenî sipasî me dikir. Diyar bû pir menûn û bextewar dibû.

Bi rastî jî boncîyekî pir nazik bû, qet nediewtiya, fena ku ji hêz û taqet da ketibû, qet dengê xwe nedikir.

Îro dîsa em rastî hev hatin. Vê carê kûçikê wî ne pê ra bû.

Berî em dest bi axaftinê bikin, tiliya xwe berbî ezmên(asîmên) kir, jor, asîman îşaret kir.
Berê min fêm nekir, got:

-Mir, mir, nuha li jor e, çû jor!

Min fêm kir kûçikê wî miriye, dibêje ruhê wî nuha li jor e.

Pir xemgîn bû. Min û xanimê jê ra sersaxî xwest. Min got, ma çend salî bû?

Got 14,5. Nexweş ket, pir kişand, dûra mir.
Min got, maşela, wa ye gelek umir kiriye.
Got erê, rast e…
Kurd ji mirina kûçikan ra dibêjin ”cehimî”.

Min got, te gor kir?
Got na, min teslîmî beytar kiriye, ewê bişewitînin, dûra ezê gorr bikim.
Fena ku zarokekî wî miribe xemgîn bû. Min got, ma Tu yê yekî din bikirî?
Got na, ez pir kal im, êdî nikanim lê mêze kim.

Ez bawer dikim umrê wî di ser 90î ra heye. Bi zor dimeşe, ew bi xwe jî nerehet xuya dike.

Bi ereboka xwe, hêdî hêdî diçû mala zavê xwe. Got keça min jî du sal berê mir, zavê min bi tenê dimîne.

Bi kûçikê xwe sebra xwe dianî, pê ra dipeyivî, ew derdist derve, digerand. Bi xêra wî têkiliya wî bi însan ra çê dibû, bi însana ra dipeyivî. Nuha ew jî nema.

Êdî tik û tenê ye, hustuxwar xuya dikir. Me jî xemgîniya xwe nîşan da û xatir jê xwest.

Belkî careke din êdî em wî nebînin. Jiyan xedar e, dilê wê meriv naşewite…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE