16 januari 2024

Zarokên kêfxweşiyê giş hatine hingavtin

Alî Varol neviyê meta min e, mamosteyê edebîyatê û şairekî pir baş e, bi rastî aşir e. Heta nuha 3, 4 dîwanên wî çap bûne.

Min çend şiîrên wî wergerandine kurmancî. Lê wergera şiîrên wî hinekî zor e.

Ez pir pê da ketim ji bo ku bi kurmancî jî binivîsîne, lê nebû. Çimkî wer ne rehet e. Nesir rehettir e, lê di şiîrê da dibê şair zimên baş zanibe.

Kurmancîya wî baş e, lê têra şairiya wî nake. Bi kurmancî ew nikane van taswîr û teşbîhan bike.

Min ji vê şiîra wî hez kir û wergerand kurmancî. Belkî bi qasî ya tirkî ne serketî me, lê hew ji destê min hat. 

Jixwe wergera şiîrê karekî pir zor e, carnan jî ne mimkûn e. Hin şiîr hene nayên wergerandin, gava were gergerandin, kerasekî din lê bibe dibe şiîreke din e.

Hêvî dikim şair û hûn biecibînin, kêfa we jê ra were.

Nefes
Zarokên kêfêxweşiyê giş hatine hingavtin
Ketine rêzê şervanên hêvîyê
Hundurê pevçûnê çiqasî vale ye
Qîrîn çi xweş e

Masîyên mirî li kêleka rê ne
Xeyda ji hukumdar ne xema kesî ye
Xonçeya bêwext çi êretî ye

Kufrî tu dibêjî belkî qudreta Îlahî ye
Destvedigirtinê qebûl nake şair
Ji te ra daye aliyekî bilêta dawî ya ji xwe ra veşartî

Orteya dilê wî
Wek kundurekî kolayî
Mişt kedere hundurê wî
Belkî hebe bihayekî wî
Vê şemata pir zêde
Erd û asîman naland
Serserîyekî li dera han

Ji min ra ewr lazim in

Yên min xwe li ser dişemitand

Yên li her rengê dengê min tên
Dibê baranên min ên mezin hebin
Qene nebe ezê nefesekê bigirim

Alî Varol, Nefes
Werger Zinarê Xamo
2024-01-15

Ev jî ji şiîreke wî:

”Gede, tu wek juju yî. Her aliyê te sitrî, kî destê xwe dirêj bikê dibe peremperçe; di ser da tu jî di nava xwînê da yî.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE