16 januari 2024

Dîsa li ser serê me şer û ceng e


Êrîşa Îranê do bi rakêtan bir ser Hewlêra paytexta Kurdistanê pir cidî ye. Di ser da jî înkar nake, dibêje min kir.
Heger Amerîka vê êrîşa Îranê bêbersîv bihêle şaşiyeke pir mezin e, Îranê êrîşên wiha bidomîne. 

Dibê Amerîka, hêzên Hevpeyman ji ber vê êrîşê hovane Îranê baş ceza bikin. Bêdengmayina Amerîka ewê cesareta duberakirina êrîşan bide Îranê.
Em ji dagirkerên welatê xwe bûne wek pezê qurbanê, gava dilê wan dixwaze çend kurdên bêdewlet dikujin. 

Hewqasî wahş û bêûjdan in, ji kuştina zarokên 11 mehî jî îmtîna nakin.
Rewş pir kirîtîk e, şer kane mezin bibe. Tirkiye jî di cepheya Îranê da ye. Em kurd di devê topê da ne, li ser serê me dîsa şer û ceng e.

Li hemberî van dewletên har bêyî Amerîka û Fransayê kes nikane me biparêze. Heger Amerîka ji herêmê vekişe, di nava hefteyekê da Tirkiye, Îran, îraq ewê me perîşan bikin, jenosîda êrmeniyan ewê dubare bibe.

Ya din jî dibê li Hewlêrê û li serserê Kurdistanê milet vê êrîşa Îranê protesto bike.

Îraqê hetanî nuha tu beyan nedaye. Ev bêdengiya Îraqê sînyaleke ne baş e. Mimkûn e bi dilê Îraqê be jî. 

Çimkî ev çend roj in Îraq qala vekişîna hêzên Amerîkayê dike, dibêje gerek Amerîka hêzên xwe ji Îraqê û Kurdistanê vekşîne.

Lê serokên Îraqê qala vekişîna leşkerên Tirkiyê nakin, heta nuha negotine dibê Tirkiye jî ji leşkerên xwe ji welatê me vekişîne. 

Dijminatiya wan li dijî Amerîkayê ye. Dijminatiya Amerîkayê, di eynî zemanî da dijminatiya kurda ye jî.

XXX

Îranê îşev ne bi fisgenikî, vê carê eşkere bi gelek fuze û droneran êrîşeke mezin bir ser Hewlêrê.

Kuştî û birîndar hene. di rojên pêş da êrîşîn wiha ewê zêde bibin. Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojav ayên van rojên dawî û ev êrîşa Îranê ya eşkere nîşan dide dijminên me biryar dane şerê li hemberî me gurtir bikin.

Dibê serokên me meselê sist negirin, her tidbîrê bigirin. Hela em binêrin bersîva Amerîkayê ewê çi be?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE