15 januari 2024

Serpêhatiya min û du pisikên tirsonek

Du pisikên lawikê me Rojen hene. Esas pisik ne yên wî ne, yên xwesiya wî bûn. Çend meh berê jinik mir, pisik ji mecbûrî ketin hustiyê keça wê. Nuha ew xwedî dikin. Yek pisikeke mezin e, 5-6 kîlo ye, ya din jî yeka qûl reş e, 3 kîlo ye.

Pêr em çûn mala Rojen neviyê xwe bibînin. Em çer ketin hundur, pisikên wan wek kûçikan nehatin ba me, herduyan jî xwe li ser dîwanê qurnisandin. Bi çavên pir bi tirs li min dinêrîn. Meriv nerehetiya wan, tirsa wan, di çavên wan da ditît. Qutifî bûn, ilim jî ya biçûk biziyayî xuya dikir.

Min xwe nêzî ya mezin kir, destê xwe da ber devê wê. Ji ser dîwanê daket, destê mi bîn kir, lê zêde nesekinî, piştî çend saniyan çû, wenda bû.

Ji bo ku tirsa wan birevînim, min xwe nêzî ya biçûk kir, xwest were ba min, lê nehat. Li ser quncikê dîwanê xwe ji tirsa topî ser hev kir, kir wek gulokekê. Min ji çavê wê fêm dikir pir ditirse, newêre xwe nêzî min bike. Min dev jê berda.

Em ketin şêwrê, me pisik ji bîr kirin. Berî rabûnê Rojen em birin oda xwe ya razanê, ciyê lêwik, karyola wî nîşanî me da. 

Min bala xwe dayê pisika mezin xwe di quncikekî odê da qurnisandiye, ya biçûk jî xuya nake. Min li pisika biçûk pirsî, Rojan got, va ye di binê beteniyê da ye.

Li ser karyoleyê xwe xistibû binê beteniyê. Xwe di binê beteniya ser karyolê da veşartibû. Ez matmayî mam. Rojen got ji bo xerîb hatine hundur, ditirsin, xwe vedişêrin.

Erê pisik wek kûçikan nayên ba meriv, xwe ji meriv kef dikin, xwe nêzî merivê xerîb nakin, lê here xwe di binê beteniyê da veşêre tiştekî pir ekstrem e.

Pisikên hewqasî şermok, heqasî tirsonek min nedîtiye. Pisikên me hema hema bejîn bûn, diçûn der, digeriyan û dihatin mal.

Ez nizanim ev tirsonekî ji ber cinsên wan e, ya jî jinikê ew pir pir tirsandine. Qet ji hundur dernexisyte, cara kesên xerîb nedîtine, lema dema yekî xerîb dibînin, pir ditirsin, xwe vedişêrin.
Min xwest vê serpêhatiya xwe bi w era parve bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE