14 januari 2024

Em kurd ketine belayeke mezin

Tirkiyê neyartiya xwe ya li dijî kurdan dîsa dubare kiriye. Piştî civîna Ewlehiyê, yanî piştî civîna serok û giregirên dewletê, belavokek belav kirine, gotine

”Tirkiye ewê tu carî nehêle li seranserê sînorê başûrê wê terorîstanek were avakirin.”

Yanî hetanî ev hukûmet li ser hukim be ewê nehêlin li Kurdistana Rojava kurd rehet bikin.

Ev ne gefeke vala ye, rast e. Ji do da ye dîsa gund û bajarên kurdan bombebaran dikin. Teroreke mezin e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye, lê ji bo ku dewlet in, xurt in, kes nikane êrîşên wan bisekinîne.

Di vir da PKK jî bi kuştina çend leşkeran hincetê ji wan ra çê dike, hin qulpan dide destê tirkiyê.

Ji bo ku êrîşî Kurdistana Rojava bikin, ji bo ku vê nîvdewleta kurdan ji ortê rakin ew bi xwe jî kanin her roj çend leşkerên xwe bikujin.

Bi kuştina çend leşkeran Tirkiye tu zirarê nabîne û em jî kurd jî tu kar û qezenc nakin. 

Tiştê dibe mala kurdên rojava dişewite. Tiştê kurdan, PYDê û PKKê bi xebata salan bi dest xistin, PKK bi şerekî bi zirar ji dest dide. 

Bi domandina şer PKK tu karê nake, lê zirareke mezin dide miletê xwe û hevalên xwe. Tiştê bi xebat û bi bedelekî mezin a salan bi dest xistiye, li ber çavê me ji dest dide. Gerek PKK viya bibîne.

Meriv tiştê li zirara xwe nake, bi domandina şer PKK zirarê dide miletê xwe. 

Helbet PKK şer rawestîne jî Tirkiye ewê rehet nesekine, dîsa ewê nehêle kurdên rojava rehet bijîn. 

Lê bi devjêberdana şer hinceteke mezin ewê ji destê Tirkiyê were girtin. 

Dibê PKK vê hincetê ji destê Tirkiyê bigire û giraniyê bide parastina Kurdistana Rojava. 

Tiştê îro ji kurdan ra muhîm ne hebûna şerê PKKê ye, hebûna Kurdistana Rojava ye, parastina wir e. 

Dibê em kurd hemû vê axa nîvrizgarkirî wek roniya çavê xwe biparêzin. Ji bo vê çi lazim be bikin. 

PKK, bi Qendîlê, bi şerê xwe yê li çiyan bingeha hebûna Kurdistana Rojava xera dike, jiyana wê dixîne talûkeyê.
Hêvî dikim PKK êdî vê rastiyê bibîne û siyaseteke li gorî realîteya îro meşîne.

XXX

Li Kurdistanê, Tirkiyê, Îraqê, Îranê û herêma me rewş pir xerab e, ji Kurdistanê bigire heta bi Îsraîl û Yemenê dengê top û bombeyan bilind dibe. Li her derê xwîn diherike.

Tirkiye bênabên vî beşî û wî beşê Kurdistanê bombebaran dike.

Dawiya vê teşxeleya cidî, vî şerî ewê li ku bisekine ez nizanim.

Ez pir bi fikar û bi tirs im. Yên xwedî dewlet, xwedî pişt xwe diparêzin, em kurdên bêkes roj bi roj perîşantir dibin.

XXX

Wezîrê karên derve yê Îsraîl, Îsrael Katz bersîva serokê Tirkiyê Erdogan da:

”Me qetlîama ermenîyan ji bîr nekiriye û qetlîamên Tirkiyê li hemberî kurdan kirine jî ji bîr nekiriye. Failên jenosîdan esas hûn in. Dîroka we şahidê vê ye. Îsraîl li hemberî dostên we yên barbar xwe diparêze.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE