13 januari 2024

Me îro çû neviyê xwe himêz kir



Me îro çû zêdayiyê xwe yê nû, gula malaXamo, neviyê xwe Arasê şîrîn dît.

Min û pîrika wî, me bi dorkir himêza xwe, em pê şa bûn,em bîstekê pê ra kurmancî peyvîn.
Min çenda caran di guhê wî da hêdîka got:

-Aras, Aras, Aras; kalo û pîrê hatine te bibînin, bi te şaş bibin û çend gotinên kurmancî ji te ra bibêjin. Bi hatina xwe te em pir dilşa kirin. Te warê me şêntir kir.


Tiştekî ecêb bû, berî ez wî bigirim himêza xwe, di himêza diya xwe da digriya. Lê min çer girt himêza xwe, di cî da aş bû, fena ku li min gudarî bike.



Ez bîstekê pê ra kurmancî biyivîm. Kêfa wî hat, tîjik dan xwe, nigên xwe, çepilên xwe wek baskên çivîkekê li hev xistin. Lê negiriya; ji ciyê xwe pir memnûn bû.

Wer xuya bû di himêza min da xwe di ewlehiyê da his dikir, lema rehet û sakîn bû, û ji gotinên min hez kiribû.



Hîn pir biçûk e, 6 7 rojî ye, me zêde newestand. Bi xêr çend hefteyên din emê bêtir kanibin pê şa bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE