12 januari 2024

Knut Hamsun û dawiya îxanetê

Knut Hamsun nivîskarekî norweçî yê bi nav û deng bû, xwediyê Xelata Nobelê ya Edebîyatê bû. Nivîskarekî ji stîlîstên edebî yên sedsala 19a yê herî bi bandor dihat qebûlkirin.

Ji alî gelek kesan ve wek pêşengê romana nûjen dihat dîtin. 20 roman, dîwaneka helbesta, kurteçîrok, piyes, seyahetname û di gelek waran  da nivîsên rexneyî û gotarên cûr be cûr nivîsîne.
Di sala 1890î da bi romana  xwe ya bi navê Sult (Birçîtî) li dinyayê deng da, meşûr bû, dûra bû xwediyê Xelata Nobelê ya edebîyatê.

Knut Hamsun, bi navê xwe yê rastîn, Knut Pedersen, di 4ê tebaxa 1859 da li Vaga, wîlayeta Oppland ji dayik bû, di 19ê sibata 1952a da li Norholmê, li wîlayeta Aust-Agderê mir.
Knut Hamsun di sala 1920´a da Xelata Nobelê ya Edebîyatê girt.
Knut Hamsun zarokê malbeteke pir feqîr bû, di zaroktî û xortaniya xwe da gelek zahmetî kişand, yekî pir feqîr bû.
Ji edebîyatê hez dikir, gelek tişt dinivîsî.
Romana wî SULT(Birçîtî) li Norweçê û li dinyayê olanek  mezin da. Dûra, di sala 1920´a da Xelata Nobelê ya Edebîyatê girt.
Knut Hamsun yekî antî komunîst bû,dilxwazekî  Almanyayê bû; di Şerê Cîhanê yê Yekê û yê Duduya da piştgiriya Almanyayê kir.
Di sala 1930î da li Norweçê bû endamê partiya faşîst.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duduya da Joseph Goebbels û Hîtler dît, xelata xwe ya nobelê diyarî Hîtler kir.
Dixwest norweçî li dijî dagirkeriya nazîyan ranebin, şer nekin, teslîm bibin.
Ew bi xwe bûbû zilamekî nazîyan, xayinekî welatê xwe. Dixwest norweçî jî wek wî bibin hevalên dagirkeran.
Nivîskarê Norweçê yê herî mezin, xwediyê Xelata Nobelê bûbû hevalê nazîyên dagirker û heyranekî Hîtler.
Piştî herb qediya, Almanya têk çû û ji Norweçê vekişiya, Norweç azad bû. Knut Hamsun hat girtin. Lê ji bo ku yekî pir kal bû, ew nexistin hefsê, cezayê pera danê. Dewletê dest da ser hemû serweta wî.
Dewletê ew bi hefsê ceza nekir, lê miletê norweçî Knut Hamsun tu carî efû nekir.
Norweçîyan ji vî xayinê xwa ra tiştek negotin, ne êrîş birin ser, ne lêxistin, ne jî li ber mala wî, ew protesto kirin. Ji bo norweçîyan êdî ew yekî mirî bû.
Lê rojekê keçikeka ciwan çû kitêbên wî danîn ber deriyê mala wî.
Dûra kalekî din jî çû kitêbên wî danîn ber deriyê mala wî.
Dûra yekî din û yeka din; piştî demekê însanan qefle bi qefle çûn kitêbên wî danîn ber mala wî. Gotin em naxwazin kitêbên te jî êdî li malên me, di kitêbxaneyên me da hebin.

Wî jî di paca xwe ra li însanên dihatin kitêb datanîn ber malê û diçûn temaşe dikir.
Însan kom bi kom dihatin bi bêdengî kitêbên wî datanîn ber mala wî û diçûn.

Di rojekê da kitêb bûn bêndereke mezin. Roja din bênder hîn mezintir bû.
Her ku bêndera kitêban mezin dibû, nivîskarê xayin jî di mala xwe da biçûk dibû, diheliya; cezayê xayintiya xwe baş his dikir.
Knut Hamsun sala 1952´a 92 salî di mala xwe da mir. Ne kes li ber mirina vî nivîskarê mezin ket, ne jî şîna wî kir. Çimkî wî bi welatê xwe ra, bi miletê xwe ra bêbextî, xayintî kiribû.

Knut Hamsunên me jî hene, him jî pir in. Nuha dewlet li pişta wan e, ne ji xiyaneta xwe şerm dikin, ne jî ditirsin. Li Kurdistnê, di nav milet da serbest digerin.
Lê ev xiyanet ewê ji wan ra jî nemîne, ewê jî rojekê bedelê vê xiyaneta xwe bidin.

Roja miletê kurd azad bû û Kurdistan çêbû, aqûbeta Knut Hamsun ewê bibe ya wan jî. Tarîx xiyanetê jî, xayinan jî, qehreman jî ji bîr nake, dinivîsîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE