11 januari 2024

Carnan kêmasî kane ji meriv da be

Kalek hebû, wer bawer dikir xanima wî baş nabihîze, hinekî kerr e. Lê nizanîbû ewê çawa pê ra bide û bistîne. Ji nas û dostên xwe, ji kesên xwedî tecrûbe pirsîye. Di dawiyê da ji xwe ra riyeke, metodeke wiha hilbijartiye.

Berê 40 mîtroyî ji dûr deng li jina xwe kiriye, gotiye:
-Xatûn, ma îşev şîva me çi ye?

Bêbersîv maye. Hinekî din xwe nêzîkî jinikê kiriye, mesafa nabêna wan bûye 30 mîtro; dîsa gotiye:


-Xanim, ma emê îşev çi bixun?
Dîsa tu bersîv negirtiye. Xwe hinekî din nêzî jinikê kiriye û pirsa xwe dubare kiriye, gotiye:

-Xanim, min got ma şîva me ya îşev çi ye?
Dîsa bêbersîva maye.

Li ser vê, çûye ber deriyê mitpaxê, nêzîkî jinikê, vê carê bi dengekî hinekî bilind gotiye:
-Xanim, ma te ji bo îşev çi şîv hazir kiriye?

Jinikê dayê gotiye:
-Ev 4 car in ez eynî tiştî dubare dikim, şîva me mirîşk e.
Dêmek ya baş nedibihîst, ya guhgiran, ya kerr ne jinik bûye, kalo kerr bûye, lê haya wî ji kerrîtiya wî tunebûye; digot belkî xanima wî kerr bûye.

Dibe ku problem tim ne di yê hemberî meriv da be. Belkî kêmasî ji meriv da be. Ev îhtîmal jî heye, dibê meriv vê îhtîmalê jî bîne bîra xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE