10 januari 2024

Kurmên dara me pir in

Serokê partiya DEM´ê Tuncer Bakirhan çend roj berê got hukûmetê ji nuha da dest bi hîleyan kiriye, ji bo ku hilbijartinên

belediyan qezenc bikin ji herêma Deryaya Reş dengdêrên “qaçax” anîne li bajarên wekî Amedê, Batmanê û Sêrtê qeyd kirine. Ji bo ev sextekarî were rastkirin wan wek partî serî li heyeta hilbijartinê daye.
Ev îdîa berê jî ji alî berpirsiyarên DEM´ê yên Sêrtê hatibû kirin. Gotibûn wan gelek navên ne ehlê bajêr û edresên sexte tespît kirine.

Parlamenterê AKPê Galîp Ensarîoglu dro ev îdîeya Tuncer Bakirhan red kir, got, ”rayên partiya DEM´ê kêm dibin, ji bo wê jî li hincetan digerin.”
Yanî îdîa Tuncer Bakirhan vir e, AKPê sextekariyeke wiha nekiriye.
Galîp Ensarîoglu ji bo ku xwe bi Recep Tayyip Erdogan şîrîn bike, ji bo ku Erdogan destê xwe li pişta wî xîne, jê ra bibêje eferim, berî tirkekî wî êrîşî Tuncer Bakirhan kiriye, wî îdîeya Bakirhan tekzîb kiriye.
Bira tirkekî ev beyan bida, ev îdîa Bakirhan red bikira, çima tu gotinên Bakirhan tekzîb dikî?
Ma qira ketiye tirkan?
Bira ji AKPê ne kurdek, tirkek bersîvê bide Tuncer Bakirhan, bira tirkek bibêje îdîa te ne rast e.
Ji bo ku mêrik şelaf e, dibê hîle û sextekariyên partiya axayê xwe berî tirkekî biparêze, gotinên Tuncer Bakirhan berî tirkekî red bike; ji bo ku ji Erdogan eferimekê, teqdîrekê bigire.
Kurmê darê ne ji darê be dar narize. Kurmên dara me me pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE