Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da li Îngilistanê di nav milet da adetek
hebû. Gava yekî ji xelkê, yekî ne bi nav û deng dimir naqosa(zengilê)dêrê carê
lêdiket.
Gava yekî esilzade dimir, naqos du caran lêdiket, merivekî qirêl dimir sê caran lêdiket, qiral bimra naqos çar caran lêdiket.
Bi vî hawî însan bi mirina yê mirî dihesiyan, zanîbûn yê mirî ji kîjan sinif û tebeqê ye.
Rojekê mahkimê yekî ji wî bajarî bi neheqî mahkûm kir. Naqosa dêra bajêr
pênc caran lêket.
Milet matmayî ma, her kesî bi meraqdarî berê xwe da dêrê. Ji keşe ra gotin:
-Keşeyê muhterem, ma li vî bajarî yekî ji qirêl hîn muhîmtir heye ji bo ku
naqos pênc caran lêkeve?
Keşe bi çavekî xemgîn li wan nêrî, got:
-Erê, tştekî ji qirêl jî muhîmtir heye… Edalet mir !
Li Tikriyê edalet ji bo kurdan tu carî tunebûye, tim miriye. Lê edaleta mirî ne
xema tirka ye.
Lema jî li Tirkiyê naqos ji bo kurdan ne oênc caran, carekê jî lênakeve.
Sê aforîzeyên fena li ser Tikiyê bin.
-Welatekî bêedalet ji mezbeheyê wêdatir ne tiştekî din e.
Georges Clemencau
-Li welatên edalet lê biçûk bûye, yên mezin bûne êdî
sûcdar in.
-Şûr, zaferan, zeka serdestiya siyasî, edalet jî exlaq
temsîl dike.
Sîmon Luce
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar