Çend roj berê apê Galîp Ensarîoglu wefat kir. Galîp Ensarîoglu, do di pilatforma X´ê da ji bo kesên çûne şîna wan, telefonî wî kirine, ji wî ra sersaxî xwestine beyanek sipasdariyê belav kiriye.
Gelek kesên welatparêz, siyasetmedar, heta bigihîje serokên partiyan ji Galîp Ensarîoglu ra sersaxî xwestine, xemgîniya xwe nîşan dane, jê ra gotine keko, bûne hevparên êşa wî.
Ez naxwazim navên wan kesan li vir zikir bikim, beyan di malpera Galîp Ensarîoglu ya X´ê da ye, kesê bixwaze kane bala xwe bidê, navê kesên jê ra sersaxî xwestine bibîne.Bi sedan kesên welatparêz, azadîxwaz, serxwebûnxwaz ji kurdekî hevalê dewleta dagirker ra sersaxî xwestine.
Galîp Ensarîoglu hevalê dijmin û dewleta dagirker e, kurdekî bûye hevalê dijminê qewmê xwe, bûye rêber û aqilmendê dewleta dagirker. Mêrik zilamê Erdogan e, yekî wek şêwirmendê dewletê û hukûmetê ye.
Lê bi sedan kurd xwe vê zilamtiya wî ya dewletê normal dibînin, xwe jê naqeherînin, dîsa dibin hevparê şîna wî, jêra sersaxiyê dixwazin.
Yanî li ba gelek kesî, siyasetmedar û ronakbîran hevaltiya dijmin ne şaş e, ne qusûr e.
Hukûmeta AKPê çi zulm li kurdan kiribe, Tirkiyê êrîşî kîjan beşê Kurdistanê
kiribe, çiqas kurd, li ku kuştibin Galîp Ensarîoglu rojekê jî dewlet û hukûmeta
xwe rexne nekiriye, rojekê neçûye gazî û hawara kurdan.
Yanî kurdekî tim û daîm bi siyaseta dewletê ra ye, tu carî li dijî zulma li
kurdan dibe derneketiye.
Kurdekî di cepheya dijmin da be, rêberî û şêwirmendiya dewleta dagirker bike,
rojekê ji bo gelê xwe nexeyide dibê meriv bi çavê dost û heval lê nenêre, jê ra
sersaxiyê nexwaze, ne here şîna wî, ne jî here şahiya wî.
Çimkî hevalê dijmin e. Meriv bi hevalê dijmin ra dostiyê nake, jê ra sersaxiyê
naxwaze.
Wek merivên welatparêz dibê meriv ferqekê têxe nabêna kurdê ne bi dijmin ra û
kurdê bi dijmin ra.
Kesên ji Galîp Ensarîoglu ra sersaxî xwestine, telefonî wî kirine ne kesên ji
rêzê ne, serokên partiyan, ronakbîr û siyasetmedarên welatparêz in, serok û
serkêşên micadela antî kolonyalîst in.
Lê dîsa jî ji Galîp Ensarîoglu ra sersaxî xwestine, wek dostekî, wek hevalekî,
wek kurdekî ne havlê neyar xîtabî wî kirine.
Çimkî bi gelek kesan ra pûsila siyasî, îdeolojîk tune ye.
Ez bi xwe viya rast nabînim. Bi baweriya min dibê meriv kesên bûne hevalên
dewletê afaroz bike, bi wan ra hevaltiyê, dostiyê neke, neçe şîn û şahiya wan.
Dibê meriv nîşan bide hevaltiya dijmin karekî pîs e, sûc e,
yê bibe hevalê dijmin êdî ne ji me ye…
Kurdên başûr ji kesên bûbûn hevalên baasîyan, hevalên Seddam ra digotin cahş. Kurdên
başûr, siyasetmedar û serokên Kurdistana Başûr îro jî hevaltiya serokên Îraqê,
havaltiya partiyên ereb normal nabînin, bi wan hevaltiyê nakin.
Siyasetmedarên Kurdistana Rojhilat jî naçin şîn û şahiyên kurdên bûne hevalên
serokê Komara Îslamî.
Ma we dîtiye filistîniyeke bibe hevalê Netanyahu û li dijî filistîniyan piştgiriyê bide Îsraîl?
Heger erebekî wiha hebe, filistîniyên jê ra çi bibêjin, çi bînin serê wî?
Dibê bedelekî hevaltiya dijmin hebe, dibê meriv bi kesên bûne hevalên dijmin ra
hevaltiyê neke, wek dostekî neçe şîn û şahiya wî.
Li ba kurdên bakur hevaltiya dewletê ne şerm e. Mêrik him şêwirmendê Erdogan e,
him aqilmendê dewletê ye, him jî di nav kurdan da hîn jî bi qedir û qîmet e,
kurd jî xwe jê aciz nakin, pê ra dostiyê, hevaltiyê dikin; diçin şîn û şahiya
wî, wan.
Ev şêla partiyên kurd, siyasetmedarên welatparêz dibe sebebê însan ji hevaltiya dijmin şerm nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar