08 januari 2024

Li Stockholmê zemhelîk bi zinaran ve bûne gûşî


Sar û serma Stockholmê berdewam e. Îsal berfê, sermê swêdî îhya kirin. Helbet bi wan ra me jî kêf kiriye.

Min û xanimê îro da ser gola me ya qerisî, lê me xwe şûş nekir, em ji xwe ra hinekî meşîyan.

Kal û pîrên cîranê me ji sermê êdî dest bi gazinan kirine.

Do em li hev sekinînin, me hinekî sohbet kir. Lîçik bi pozê kalo ketibû, got wele sermê em kirin terrik.

Min got berf xweş e, ji barana devşil çêtir e, bira hinekî din jî dom bike.

Gotina min ne bi dilê kalo bû, mizicî, got jora(bakurê) Swêd 40-50 derece ye, rewşa me dîsa baş e.



Îro bala xan imê kişand, bi zinarên hemberî gola me ve zemhelîlk dirêj bûbûn, gihîştibûn erdê, wek camê dibriqîn. 

Em li ber sekinîn, me destê xwe dayê, risim li ber girt.

Gola me baş bûz girtiye, êdî meriv kane li ser bimeşe, bide lotikan, xwe bişemitîne. 


Min hêdîka da ser bûzê. Xanimê got, zêde pêş da neçe, talûke ye. 

Min guh nedayê, min got ma tu şopa xelkê nabînî?

Ji şansê me ra kes nêzî me tunebû.

Ji me wê da hinekên din jî hatin ser, dest bi meşê kirin, lê vegerîyan.



Heta dawiya heftê jî serma ewê dom bike, carnan jî berfê bibare. 

Ne xema me ye, me tedbîra xwe ya zivistanê girtiye, gava em dimeşin, em kincên germ li xwe dikin. Potînên me jî yên zivistanê ne.


Swêdî dibêjin hewa xerab tune ye, kincê xerab heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE