08 januari 2024

Em bûne koleyên koletiya xwe qebûl nakin

Li Amerîkayê di sala 1849´a da jineka reşik bi navê Harriet Tubman ji bo azadkirina koleyan rêxistineke îllegal ava kir. Gelek kole ji koletiyê xelas kirin.

Rojekê jê pirsîne, gotine:

”Ji bo xelaskirina koleyan tiştê herî zor çi bû?

Tubmanê keserek kûr kişandiye, gotiye:

”Tiştê herî zor, îqnakirina koleyekî dibê ew ne kole be.”

Gelşa me kurdan jî eynî ye, em dikin nakin, nikanin bi gelek kurdan bidin qebûlkirin gerek ew ne bindest bin, dibê ji vê bindestiyê xelas bibin; ew jî bibin xwedî dewlet.

Halê me ji wan koleyên Amerîkayê ne baştir e, lê gelekên me nizanin kole ne, ji wan wetnê ew merivên azad in, lema koletiya xwe qebûl nakin. 

Ji bo ku gelekên me koletiya xwe qebûl nakin, naxwazin ji koletiyê xelas bibin. Kole gava nizanibe kole ye, naxwaze zincîrên koletiyê biqetîne, azad bibe.

XXX

Li Kerkûkê taxa Newrozê hîn jî di bin dagirkeriya leşkerên Îraqê da ye. Çend roj berê hat gotin leşker ji taxê vekişiyan e, lê vir e, leşker venekişiyan e; tew di ser da ketine malên xelkê.

Ji bo ku serokên kurdan li vê zorbatiyê temaşe dikin, medaxele nakin, şermeke mezin e, rûreşî ye.

Dibê serokên Kurdistanê û yên YNKê, PDKê herin taxa Newrozê, miletê xwe ji bin zulm û dagirkeriya leşkerên ereb xelas bikin.

Temaşekirina li vê zulma leşkerên Îraqê ji bo hemû serok û partiyên kurd şerm û rûreşiyeke mezin e.

Gerek serok û partiyên kurdan vê zulmê qebûl nekin, tavilê herin miletê xwe ji bin zulma leşkerên Îraqê xelas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE