07 januari 2024

Di vê sedsalê da dibê dewleteke wiha tunebe

Mahkimeyeke Îranê ji ber hin pervekinên Roya Heşmatî yên di medyaya sosyal da ew bi 74 qamçiyan ceza kirine.

Celadên, sadîstên komara îslamî  ya Îranê 74 qamçî li pişta keça kurd Roya Heşmatî xistine, pişta wê kirine kerikonê reş.

Wahşeteke dûrî aqil e, meriv nikane bawer bike.

Ji bo ku meriv eşkere, resmî, qanûnî  cezayê qamçîkirinê bide însanan, 74 qamçiyan li pişta keçikeke wek gulekê xîne dibê meriv ne însan be, cinawir be, wahş be.

Di vê sedsalê da hebûna vê rejîma ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar ji bo Neteweyên Yekbûyî rûreşî ye.


Dibê Neteweyên Yekbûyî li vê îşkenceya resmî, qanûnî, li vê wahşeta serdema wahşetê temaşe neke, Îranê ji nava xwe biqewitîne, cezayekî mezin bide van meleyên vampîr.

Rejîmeke hewqasî hov dibê ciyê wê di nav Neteweyên Yekbûyî da tunebe. 

Însanên demokrat, cîhana medenî dibê vê wahşeta rejîma komara îslamî ya Îranê rûreş bikin.

Ez naletê li vê barbarîya komara îslamî ya Îranê tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE