07 januari 2024

Ji tûrikê min çend peyvên Wêranşarê

Carnan hin gotin tên bîra min, heger li ber kompîtorê bim dinivîsînim.

Carnan jî gava ez û xanim dipeyivin, em qala hin tiştan dikin, ya ew peyveke min ji bîr kiribû bi kar tîne, ya ez.
Bi vî hawî hin peyvên bi salan min bi kar neanîbûn tên bîra min.
Lê jêr min çend peyvên wiha nivîsîn. Giş li Wêranşarê tên bikaranîn.
Belkî di ferhengan da hebin ya jî tunebin.
Ez lê negerîyame. Lê di hin ferhengan da hebin jî di dubarekirina wan da zirar tune, bira di bloga min da jî hebin.

-Berrikî ye. Bi hawakî anormal gir bûye,  mezin bûye.
Meriv kane ji bo kesê pir gir bûye, felişî ye bibêje berrikî ye.
Lê ji sebze ra jî tê gotin. Gava bacan, firingî pir mezin bibin, meriv dibêje berikî ne.
-Avru. Ava, çaya ji ber meriv ya avru ye. Ez avruya te venaxum. Yanî ez ava ji ber te maye venaxum.

-Nekeve kirrê gede. Yanî neqeherîne, neazirîne.
-Ev lawik yekî pir bi girr e. Yanî yekî kîndar e.

-Hemet, hemetî. Xwe jê hemet bike, yekî bela ye. Xwe hemet bike, tu xwe neşewitîne.
-Serrax. Tiştê, mitêla meriv davêje ser xwe, pê xwe diniximîne. Kane orxan be, kane, cil be, paçek be.
-Binrax. Meriv di bin xwe da radixe. Cil, doşeg, hesîr û tiştên wiha.
-Pipû, pûkandin. Meriv bilxurê kufta dipû, ew jî şiklekî sitranê ye. Çurtan jî tê pûyîn.
-Çavpahn, çavpanî. Ji bo kesên bêxîret, bênamûs çavpahn tê gotin. Gava yek her neheqiyê qebûl bike, jê ra dibêjin yekî çavpahn e, yanî bêxîret, xîret tê hilnayê.

-Hulhulî. Yekî hulhulî ye. Yanî bi tiştekî qayil nabe, tim maneyekê, kêmasiyekê lê dibîne.
-Nişmî, nişmîtî. Nişmî, yanî pir paqij, hêjyen. Bûka yeka pir nişmî ye, mala wê, pir û pak e, meriv tozekê, qilêrekê di mala wê da nabîne.
-Taftaf. Di vê taftafê da, yanî di vê qelebalixiyê da, di vê wexta xerab da tu viya ji min dixwazî.
-Dewixî. Yanî xayis bû, bi bînve çû. Haletê nîvşiyar, nîvraketî.
-Dernuxûm.  Beroşê, leganê dernuxûm meke. Bernuxûm jî tê gotin. Beroşê bernuxûm bike.
-Daqulîn. Daqulî bûm negihîştimê. Yanî min xwe dirêj kirê negihîştimê.
-Bellik. Tim xwe dide pêş, tim xuya ye. Yekî serkêş e.
-Ruhvegerîn. Gava yek tiştekî, xwarinekê pir bixwaze, meriv dibêje, ma ruhvegerîn e?
-Hêşî. Hêşiya kon, hêşiya xênî. Yanî kêleka kon, kêleka xênî.

-Gengazî. Bi gengazî girt. Yanî sist girt, cidî negirt, lema xera bû.
Talîzok. Bayekî pir zêde ye, digobilîne, dibe hecac.  Havînê gava talîzok radibe, her tiştî, qirş û qal, kertalan dide ber xwe dibe.
Heger hin peyvên din jî werin bîra min, ezê wan jî lê zêde bikim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE