06 januari 2024

Îro gulek li mala me zêde bû

Îro nevîyekî me yê wek gulekê çêbû. Gulek, şîrînek, berxikek li mala me zêde bû. Em pir dilşad û bextewar in.

Lawikê me yê biçûk, Rojen bû bavê lawekî şîrîn, wek şekir. Bi dê û bav mezin bibe, umrekî dirêj, jiyaneka bextewar bibe nesîbê wî, tu carî derd û kula nebîne.

Em dê û bavê pîroz dikin, ji wan ra dilşadî û bextewariyê dixwazin.

Ez û xanim bi vê zêdayîya nuh ya malbata me pir dilşa û bextewar in.

Xortek li malbata Xamo zêde bû. Bi vê zêdayiyê kêfxweşiya me bêsînor e. 

Me navê neviyê xwe, pitikê xwe yê nuh bi kurdî kir Aras. Li ser navê bi swêdî hîn biryar nedane, heta sibê ewê li hev bikin. 

Me pêşniyara xwe ji zûda kiribû, dê û bavê pêşniyara me maqûl dîtin, gotin Aras navekî xweş e.

Me hîn neviyê xwe nedîtiye, hêvî dikim nexweşxane destûrê bide em sibe herin şîrînê ber dilê xwe himzêz bikin.

2 kommentarer:

PARVE BIKE