Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jahriya di dilê xwe da verşiya ye, ew jî azadbûna kurdan, çêbûna Kurdistanê wek avabûna Îsraîleka din dibîne.
Belkî ev cara pêşî ye Îbrahîm Reîsî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan gewqasî
eşkere dide der. Di normalê da faris bi bin in, marê kor in, di hingivê wan da
jî jahrî heye.
Serokê cumhûrîyeta meleyên celad Îbrahîm Reîsî gotiye, "Amerîkayê dixwest li herêmê rejîmeke sîyonîst ava bike, Hecî Qasim Suleymanî nehîşt ev pilana Amerîkayê bi ser keve.”
Dizê zivisttana, li xwe mikur tê zivistana. Reîsî navê kurdan nedaye, lê qesda wî kurd in, avabûna Kurdistanê
ye.
Mêrik avabûna Kurdistanê wek Îsraîleke din dibîne, dibêje me,
Qasim Suleymanî nehîştiye Îsraîleke din çêbibe.
Faris wek tirkan zêde nakin qîjewîj, neyartiya xwe, kîn û nefreta xwe ya li dijî kurdan nîşan nadin.
Ew jî wek tirkan her roj li dijî
kurdan beyanan nadin, gefê li kurdan naxwin, heta xwe wek xêrxwazên kurdan
nîşan didin.
Lê marê kor in, pilanên xwe yên antî-kurd bêyî qîjewî
dimeşînin.
Meriv di vê beyana Îbrahîm Reîsî da jî dibîne, ew jî bi qasî tirkan neyarên
kurdan û li dijî avabûna Kurdistanê ye.
Qasim Suleymanî jî serok û pilangerê
cepheya antî-kurd bûye.
Îbrahîm Reîsî jî mîna Erdogan, azadbûna kurdan wek çêbûna Îsraîlek din dibîne.
Çi heyf serokên kurd gişan piştî kuştina Qasim Suleymanî mesajên dilşewat belav
kirin, beşdarî merasima cenazeyê wî bûn.
Te hinekan Qasim suleymanî wek dostekî kurdan, wek şoreşgerekî nîşan dan û bi
kuştina wî pir xemgîn bûn.
Lê em dibînin Qasim Suleymanî mîmarê cepheya antî-kurd, antî Kurdistanê bûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar