06 januari 2024

Hefteyek derbas bûye hin kes hîn jî SERSALA min pîroz dikin

Heftek di ser şeva serê salê ra derbas bûye, hin camêr hîn jî "SERSALA" min pîroz dikin !
Tiştekî pir xerîb û pir ecêb e, însan çawa vê şaşiyê dikin, çawa ferq nakin ez fêm nakim.

6 roj di ser serê salê ra derbaş bûne, hin kes hîn jî ”SERSALA” min pîroz dikin !
Heyran, sersal, şeva serê salê ye, qediya çû.

Sipas ji bo pîrozbahiyên we, lê heyran meriv ne ”sersalê”, sala nû li hev pîroz dike. Sersal çû, qediya, wê ji bîr bikin.

Di tu zimanî da meriv sersalê li hev pîroz nake, meriv sala nû li hev pîroz dike. 

Mesajên SALA NÛ belav dike, kartên SALA NÛ ji hev ra dişîne. Kes "sersala" hev pîroz nake. Ya tê pîrozkirin SALA NÛ ye, meriv sala nû li hev pîroz dike, mesajên sala nû belav dike...
Dev ji pîrozkirina ”SERSALÊ” berdin, sala nû li hev pîroz bikin. Ev şaşiya pîrozkirina "sersalê" bû wek vîrusa Coronayê û li nav kurdan belav bû. 

Ez her sal dibêjim "sersal" ne sala nû ye, meriv ne sesalê, sala nû pîroz dike, lê milet dev ji pîrozkirina "SERSALÊ" bernade.
Min îsal got dibê heyeta zimanzanan beyanekê belav bike, bibêje ne "sersal", sala nû pîroz dibe. Qey dengê min neçû wan. Ez vê daxwaza xwe dubare dikim.

XXX

Cemîl Oguz wek hersal, îsal jî di malpera Dîyarnameyê da lîsteya kitêbên kurdî yên sala çûnî(2023)çap bûne weşandiye.

Cemîl Oguz 17 sal in vê xizmeta hêja pêşkîşî weşanxane û xwendevanên kurd dike. Bi xêra vê xebata wî meriv fêr dibe sala borî çend kitêbên kurdî çap bûne.

Li gorî lîsteya Cemîl Oguz hazir kiriye, di sala 2022'a da 351 kitêb, di sala 2023´a da jî 343 çap bûne.

Lê mimkûn e hin weşanxaneyan lîsteyên kitêban dereng, ya jî kêm şandibin. Lema jimara kitêbên çap bûyî kane hinekî zêde be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE