05 januari 2024

Dilxwaz û dilnexwaz di şîn û şahiyan da diyar dibin

Dibêjin serokên PDKê, PKKê û PYDê, YNKê, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî mesajên sersaxîyê ji malbata Salahedîn Demirtaş ra neşandine. Ji van partiyan, ji van serokan kesî ji Salahadîn Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Salih Muslim tenê di platforma Xê da mesajek belav kiriye, ji Salhadîn r agotiye bira serê we sax be. 

Bêyî Salih Muslim tu serok û partiyê ji malbata Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Heger ev îdîa rast be sakandal e, şermeke pir mezin e. Lê di medyayê da wer tê gotin. Û heta nuha kesî tiştekî eksê vê negotiye.

Salahedîn Demirtaş ne neyarê miletê kurd e. Fikrên wî çi bin jî siyasetmedarekî kurd e, di ber kurd û Kurdistanê da êsîr hatiye girtin, 7 sal in di zindanê da ye.

Bavê van serokan kîjanî bimra Salahedîn Demirtaş ewê sersaxî ji wan ra bixwesta. Lê van serokan ew nezaket nîşan nedane.

Heger bavê Recep Tayyip Erdogan miriba van serokan ewê tavilê mesajên serxweşiyê yên dilşewat belav bikirana, lê li hemberî mirina bavê Salahedîn Demirtaş xwe bêdeng kirine. Bi baweriya min şermeke mezin kirine.

Dilxwaz û dilnexwaz, dost û dijmin di şîn û şahiyan da diyar dibin. Yê neyê şîna meriv, ji meriv ra sersaxiyê nexwaze ne nost e, ne heval e, ne xêrxwaz e. Li hemberî vê şêla van patî û serokan ez matmayî mam. 

Hevaltiya partiyekê, hezkirina ji serokekî dibê meriv bêîrade neke, neke murîd, li hemberî şaşiyan xwe kerr û lal neke.

Dibê însan biwêribe şaşiyên merivên, serokên ji cepheya xwe jî rexne bike. Nikirina viya zeîfî ye, bêîradeyî ye.

XXX

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder gotiye, hêzên Amerîkayê do li Bexdayê li Heşdî Şebîyê xist û du serokên wê kuştin.

Dibê Amerîka bivikê nîşanî van terorîstan bide. Heger ew netirsin, bivikê nebînin nasekin.

Dibê Amerîka tepa xwe ji ser serê wan kêm neke.

XXX

-Tu wer texmîn dikî hezkiriyên min pir in, hevalên min pir in, sirparên min pir in. Dûra tiştekî xerab diqewime, tu dizîvirî li pey xwe dinêrî, li pey te bêyî siya te kes tune.

///Neşat Ertaş

XXX

Daîşê êrîşa Îranê a bajarê Kirmanê girt ser xwe. Bawer dikim rast e. Wahşet û terora wiha karê Daîşê ye.

Lê helbet hinekan ev wezîfe dan Daîşê. Ev jî kane sunîyên Îraqê bin. Çimkî Îranê mala sunîyên Îraqê şewitandiye. Lema jî sunî kanin tiştekî wiha bidin kirin.

Tiliya Amerîka û Îsraîl nakeve serê min, Amerîka, Îsraîl qetlîameke wiha nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE