05 januari 2024

Li Tirkiyê peqlawe êdî dîlim bi dîlim tê firotin

Li Tirkiyê dîlimek peqlawe bûye 308 lîre. Li dera herî erzan û dîlimê herî biçûk bûye 21 lîre.

Însan wek berê êdî nikanin peqlawê bi kîluyan bikirin. Ya devê wan û zarokên wan bi peqlawê nabe, ya jî dîlimekî dikirin, dibin mal, li hev par dikin; kom û kuflet bi dîlimekî devên xwe şîrîn dikin.

Min di xeberekê da xwend, pastexaneyan, şîranîfiroşan qutîyên ji bo dîlimek pewlawe çêkirine, însan peqlawê êdî bi dîliman dikirin.

Min bawer nekir, min got belkî heneke, dûra min bala xwe da medyaya tirk rast e. Gelek pastexaneyan dest bi firotina dîlimên peqlawê kirine.

Berê di şînan da bi sinîyan peqlawe dikşandin ber xelkê, ew roj êdî bûne xewn.

Lê tirkan ev perîşanî, ev birçîbûn heq kirine, înşela ewê xerabtir bibe, bi parsê kevin, bi keviran va bizeliqin.

Em jî bi wan ra perîşan dibin, lê bira ew li dîlimek peqlawe bihesilin, bira halê me jî xerabtir bibe.

XXX

Daîşê êrîşa Îranê a bajarê Kirmanê girt ser xwe. Bawer dikim rast e. Wahşet û terora wiha karê Daîşê ye.

Lê helbet hinekan ev wezîfe dan Daîşê. Ev jî kane sunîyên Îraqê bin. Çimkî Îranê mala sunîyên Îraqê şewitandiye. Lema jî sunî kanin tiştekî wiha bidin kirin.

Tiliya Amerîka û Îsraîl nakeve serê min, Amerîka, Îsraîl qetlîameke wiha nakin.

XXX

-Tu wer texmîn dikî hezkiriyên min pir in, hevalên min pir in, sirparên min pir in. Dûra tiştekî xerab diqewime, tu dizîvirî li pey xwe dinêrî, li pey te bêyî siya te kes tune.

///Neşat Ertaş

XXX

Carnan hin bûyer, carnan şahîyek, carnan jî şînek dibe wesîleya meriv dilxwaz û dilnexwazên xwe, dost û dijminên xwe ji hev bigerîne.

Lema jî pêşiyên me gotine dost û dijmin di şîn û şahiyan da xuya dibin.

Meriv bizanibe kî çiqasî dost e, kî çiqasî dijmin e baş e, dûra meriv xeyalşikestî nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE