04 januari 2024

Zivistana Swêd îsal pir no ye


Swêd di bin berfê da maye, sir û sermayek zêde, wek ya Sibîryayê heye. Tu salê kaoseke wiha mezin çênebûye.
Li bakurê Swêd serma ji ya Sibîryayê jî xerabtir bûye, gihîştiye 35-40 dereceyî. 

Hin rê hatine girtin, li hin herêman, gundan ceyran qut bûye.

Li başûrê Swêd berfeke pir zêde ketiye, ji do da ye bi hezaran wesîte di riyan da mane, bi hezaran însan 24 seet e di erebeyên xwe da tî û birçî ne. 

Normal li başûrê Swêd hewqas berf nabare, serma kêm e. Lê îsal ew jî şewitîn.

Esker çûne hawara rêwiyan, ew jî alîkariya personalên belediyan dikin.

Gelek qeza çêbûne.


Stockholm jî di bin berfê da ye. Min bala xwe da derve, berf dibare, her der bêdeng e. Rê nehatine vedan. Sermake pir heye, çûk li hewa diqefilin. Xanim hîn di xew da ye.

Ez ge dixwînim, ge tiştekê tê bîra min dinivîsînim.

Min çû berfa hewşê avêt, riya malê vekir. Ji 20 santîma zêdetir ketibû, hîn dibare.

Îro min xanim jî bi zor bi xwe ra kaş kir, bir nava berf û tozanê. em nêzî 6 km. meşiyan û hatin malika xwe.

Li tu derê rê venedabûn, lema berfa li erdê pir bû, lê meşa xweş bû. 

Piştî em gihîştin ber deriyê me, bû xirrîna makîneya wan , dest bi paqijkirina riyan kirin.

XXX

Carnan hin bûyer, carnan şahîyek, carnan jî şînek dibe wesîleya meriv dilxwaz û dilnexwazên xwe, dost û dijminên xwe ji hev bigerîne.

Lema jî pêşiyên me gotine dost û dijmin di şîn û şahiyan da xuya dibin.

Meriv bizanibe kî çiqasî dost e, kî çiqasî dijmin e baş e, dûra meriv xeyalşikestî nabe.

XXX

Li Tirkiyê feqîrî roj bi roj zêde dibe, însan êdî peqlawê bi dîliman dikirin. Feqîr, fiqare êdî nikanin wek berê peqlawê bi kîluyan bikirin. Ya naxwin, ya jî dîlimekî dibin mal, li hev par dikin.

Min nuha di xeberekê da xwend, pastexaneyan, şîranîfiroşan qutîkê ji bo dîlimekî çêkirine, însan dîlimek peqlawe dikirin.

Berê di şînan da bi sinîyan peqlawe dikşandin ber xelkê, ew roj êdî bûne xewn.

Lê tirkan ev perîşanî, ev birçîbûn heq kirine, înşela ewê xerabtir bibe, bi parsê kevin, bi keviran va bizeliqin.

Em jî bi wan ra perîşan dibin, lê bira ew li dîlimek peqlawe bihesilin, bira halê me jî xerabtir bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE