03 januari 2024

Demirtaş di mahkimê da ala kurd û Kurdistanê bilind kir

Selahetîn Demirtaş di parastina xwe ya do da tiştên baş û hêjayî teqdîrê gotin.

Parastina wî gelkî dirêj e, hin fikrên wî yên li ser emparyalîzmê, Amerîkayê, Netanyahû ez ne pê ram e.

Lê ya muhîm şêla wî ya kurd û Kurdistanî ye. Demirtaş di parastina xwe xwe vê carê bi xurtî li tarîxa Kurdistanê xwedî derketiye, xwe wek neviyê Selahedînê Eyûbî, Şêx Seîd dîtiye, doza wan, xeta wan parastiye.

Di mahkimê da eşkere gotiye Tirkiye dewleteke dagirker e, Kurdistan dagir kiriye. Ev şêl muhîm e, hêjayî teqdîrê ye.
Di parastina xwe da gotiye:

”Tirk hezar sal berê hatin welatê min Kurdistanê. Yê welatê min Kurdistan dagir kiriye ev dewlet e. Dewleta ez û hûn mensûbê wê ne welatê me bi zor dagir kiriye. Yê peymana diristiyê xera kiriye ev delet e. Heger ewê li sûcdara were gerandin ew em in. Em mexdûrê wê ne. Xetayên me jî çêbûn. Ew jî şaşiya men eda dû heqîqetê.”


Ev goyinên Selahedîn Demir li gorî dîtinên wî yên berê bêtir Kurdistanî ye, reda Tirkîyetiyê ye.

Gotina wî, we welatê me dagir kiriye, Tirkiye dewleteke dagirker e, ev hezar sal in hûn me dixapînin pir muhîm e, lema jî dibê meriv qîmetê bide vê şêla wî ya netewî.

XXX

Leşkeran li Kerkûkê girtine ser taxa Newrozê, xanî yek bi yek numre kirine, ji kurdan ra gotine dibê hûn ji malên xwe derkevin, ji vir herin.

Hela hûn bala xwe bidin vê jenosîda eşkere?

Dewletek digre ser malên xelkê, bi darê zorê însanan mecbûrî koçberiyê dike.

Kurdê bi ku da herin?

Hela em binêrin serokên me li hemberî vê terora Îraqê ewê çi bikin?

Înşela bêdeng nemînin, koçberkirina kurdan ji Kerkûkê qebûl nekin.

XXX

Pûlisên tirk bi tohmeta ajanên MOSAD´ê ne li 7 bajaran 33 kes girtine. Him jî ne ”ajanek, du ajan” 33 ajan girtine. Kanin bikin 330 jî, ji wan ra qet ne problem e.

Di xeberê da nayê gotin yên hatine girtin kî ne, ji çi miletî ne?

Bi texmîna min ewê kurd bin. Hevaltiya, propaganda terorê PKK´ê ne bes e, ewê ajantiya MOSAD´ê jî lê zêde bikin.

Hêvî dikim texmîna min şaş be, yên hatine girtin ne kurd bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE