Berî ez û xanim vêsê herin meşa xwe ya rojane, min pêşgotina ”Hebû Tune bû” ji bo çapa nuh nivîsî,ji Weşanxana DARA´yê ra şand. Di çapa berê da 189 çîrok hebûn, min 24 çîrokên din lê zêde kirin, bûn 213 çîrok.
Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e, fena meriv barekî giran ji ser pişta
xwe deyne.
Piştî min pêşgotin qedand û ji xortê pîzanpajê çêdike ra şand, min û xanimê
berê xwe da sar û seqemê.
Meriv
nikanîbû berê xwe bi alî bakur da kira. Wek gûzan li ruyê meriv keve.
Di sermayê da av ji pozê meriv tê, ava dihat tavilê li ber pozê min, di nav
simêla min da dibû bûz. Em 5,82 km, 82 deqeyan meşiyan, lê em bûn terik.
Bayê kur meriv dike çekur. Bi rastî jî bayê kur îro em kirin çekur û berdan.
Lê gava meriv digihîje mal û hundurê germ pir xweş e. Qahwe dibe wek şekir,
dilê meriv rehet dike.
Me westa şeva serê salê hîn ji ser xwe navêtiye. Hîn jî exwe xwe hinekî
westiyayî hîs dikim.
Lê piştî min pêşgotina ”Hebû Tune bû”şand, min hinekî rehet kir.
Feqet ev jî heye, umir diqede, kar naqede. Dawiya kar û xebatê nayê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar